Govenda xencer û şûran

"Ferman e, ferman e, fermana mîrên kurdan e!"

Yek ji buyerên trajîk ên navbera kurdan û osmaniyan yên dewra krîza îdarî û siyasî jî şerê navbera Mehmet Tekelî Paşayê begêbeganê Wanê û Yehya Begê Mîrê Hekariyan ê bi xencer û şûran û hevkuştina Tekelî û Yehya Beg e.

Yehya Beg, piştî gelek hevrikî û pevçûnên di navbera mîrên Hekariyan bi xwe, li gel birayê xwe Zeynel Begî hevkariyek bestibû û bavê xwe Zekeriya Beg daxistibû li şuna wî ew bûbû mîrê Hekariyê. Bavê wî reviyabû Urmiyê, alîkarî ji Şah Abbas xwestibû, osmaniyan di 25ê Çileya Pêşîn (desember) a 1613an de mîrîtiya Yehya Beg a li ser Hekariyê resmî qebûl kiribû.

Sala 1615an, li gor osmaniyan Şah Abbas, li gor îraniyan jî Padişah Ahmedê I. aştiya navbera herdu dewletan xerakir û qonaxa siyê ya şerên osmanî û safewiyan dest pêkir. Di dilê osmaniyan de paşvegirtina erdên ku Şah Abbas ji osmaniyan zeftkiribûn jî hebû, bi taybetî Rewan û Tebrîz.

Di van şeran de, cardin mîrên kurdan rolên girîng dileyistin. Mîrên kurdan ên serhedan heta bigihê yên pinyanişiyan careka din xwe dabûn alî osmaniyan. Di 1616an de Yehya Beg bi xwe êrîşên dijwar biribûn heta Urmiyê. Di şerê nêzî Salmasê de eşîrên kurd ên Hekariyan, Pinyanişiyan, Mehmudiyan biserketibûn, Pîr Budaq Xanê mîrêmîranê safewî hatibû kuştin. Zeynel Beg bi xwe Xan kuştibû. Orduya safewî têkçûbû.

Lê vê, herwiha derî jî li dijayetiya navbera paşayê Wanê Tekelî û Yehya Beg vekiribû. Encama dijayetiyê gihaşt heta hevkuştina herdu aliyan, tevî gelek beg, axa û fermandeyan.

Sê weqanivîsan bi berfirehî behsa vê buyerê kiriye; Îbnî Nuh di Tarîxa Wanê de, Îskender Begê Munşî di Alem Arayê Abbasî de û Yazıcı Temerê kâtibe Mîr Yehya û Mîr Îmadeddînê mîrên Hekariyê, di weqayînameya xwe ya manzum ya neçapkirî de. Hin cudayî li ser buyerê û sedemên wê de di navbera wan de hene, lê bi hev re, ew wêneyê hevrikîya paşayên osmanî û mîrên kurdan zelal dikin.

Li gor Yazıcı Temer, bi serkeftina kurdan a di şerê Urmiyê de, Tekelî hay ji hêza mezin a Yehya Beg bû û biryara ji navêrakirina wî da. Di sefera Tekelî a ser Rewanê a 1617an de, Yehya Beg li Wanê mabû. Berî ku Tekelî vegere jî bi gumana ku ew kare wî bikuje, Yehya Beg ji wir çûbû. Li ser agahiya ku Şah Abbas hatiye Merendê, Tekelî xeber rêkir pey Yehya Begê ku ew ber bi Şah ve diçe, bira ew jî zû bê.

Di 27ê remezana 1617an de li Xan Xizirê Yehya Beg gihaşt Tekelî Paşa. Bi bahaneya ku dereng hatiye Tekelî heqaret lê kir, wî jî xencera xwe kêşa û li wî da. Pişt re jî Ezemşêrê Xanî û Mihrab Beg, Tekelî kuşt. Eskerê Wanê gava ev dît, êrîşî wan kir, şer derket.

Di şerî de Yehya Beg, pismamê wî Alaeddîn, Ezemşêrê Xanî, Mihrab Beg, Mîr Seyyid, Mîr Umer, Îbrahîm, Şêx Heyderê Serşiyanî, Giravî û Şahverdiyê Pinyanişî, ji eşîra Dirrî Yar Azîz, Laçîn û Mîr Mahmûd, Mela Ahmed, Şêrdil û Şêx Emîr hatin kuştin.[1]

Îbn-î Nuh, buyerê û sedemê wê cuda vedughêze: Gava Tekelî Paşa tevî eskerên Wanê, Diyarbekirê û mîrên Kurdistanê çû sefera Naxcîwanê, ku gihîşt menzîlê agadar bû ku hakimê Bedlîsê Ziyaeddîn Xan bi şev sef terikandine. Ku hat gotin Yehya Beg jî wek Ziyaeddîn Xan difikire, Tekelî meriv şand da wan mîran bînin. Axayên eşîran li hember derketin, di navbera wan de şer derket, heta Yehya Beg hat girtin ji axayên eşîran û mîran çil-pêncî kes hatin kuştin. Yehya Beg birin ba Tekelî. Piştî ku civat belav bû yek ji merivên Yehya Beg ê bi navê Azabşîr (Ezemşêr) bi xencerê Tekelî Paşa kuşt û xwest Yehya Beg birevîne. Eskerên Tekelî pê hesiyan, wan êrîş kir, Yehya Beg, Ezemşêr û merivên din kuştin.[2]

Li gor İskender Begê Munşî, Padîşah Ahmedê I. Xelîl Paşayê şerxwaz kir sedrezam û serdarê orduyên Anadoluyê û şand sefereka nuh a ser Îranê. Casûsan xeber da Şah Abbas ku orduya Xelil Paşa ji Stenbolê birêketiye, tê. Qarçiqar Xanê safewî esker girt çû da wan herêmên ser riya orduya osmanî talan bikin, bişewitînin, gava ordu hat deverê ne xwarin ji bo eskeran, ne jî giha û alif ji bo heywanan bimîne da ew nikaribin bigihên menzîla xwe. Safewiyan sefer bir heta Erzurumê, her der kavil kirin, insan kuştin, bi çolan xistin, dest danîn ser heywan û erzaqan, çandinî, daristan û baxçe şewitandin. Pişt re wan biryara sefereka ser Wanê jî da.

Wê demê, Tekelî jî li gel mîrên kurdan li dora Urmiyê bû. Ku bihîst orduya Îranê diçe ser Wanê, biryara vegerê da. Dubendî ket navbera wî û mîrên kurdan. Mîrê kurdan dixwestin di demeka wiha de ew jî her yek li ser keleyên xwe bin, da karibin wan ji eskerên Îranê biparêzin. Tekelî razî nebû. Ziyaeddîn Xanê mîrê Bedlîsê bêyî agahdarkirinê veqetiya, çû welatê xwe. Yehya Beg jî derket ser rê da biçe Hekariyê.

Tekelî desteyek esker şand da wî vegerînin. Heta ew çûn esasê esker bi dûr ketibû, Yehya Beg û mihafizên dora xwe ku li paş mabûn, vegeriyan cem Tekelî. Paşa destê wî li ser qebzeya şûr ber bi Yehya Begî ve çû, merivên Yehya Beg ketin gumana ku ew dike wî bikuje, zûtir liviyan û wan Tekelî birîndar kir. Zêrevanê Tekelî jî hicûmî ser Yehya Beg û merivên wî kir, ew dan ber şûran, kuştin. Tekelî jî ji ber birîna xwe mir.

Herdu aliyan dît ku çi trajediyeka mezin buye, bêyî ku şer pîj bikin, her yek bi alî xwe ve vekişiyan, mîrên kurdan çûn welatên xwe, eskerê Îranê jî êdî pêwîst nedît biçe ser Kela Wanê, vegeriya Tebrîzê.[3]

[1] Yazici Temir, menzûma destnivîs, r. 349-350. Ji Yaşar Kaplan, ‘’Pınyanış Hükümeti’’.

[2] ‘İbn-î Nuh, 203, r. 60 Ji Zeki Tekin, ‘’Zeynel Bey ve oğullarının Hakkari hakimliği mücadelesi ve İsyanları’’.

[3] İskender Beg Munşi Türkman, Dünyayı Bezeyen Abbas’ın Tarixi, Tarîxê Alemarayê Abbasî, c. 2, r. 1646, Baku 2011, Şerq-Qerb.