Öcalan, PKK û “Alewîzim”

Di roja 22.11.2016an de min gotarek bi sernivîsa "PKK û Kurdên Sûrî û Alewîzima Siyasî" nivîsand û di rojnameya "El-heyat" ku girîngtirîn rojnameya ereban e, hate belav kirin. Di wê nivîsê de hin pirs di derbarê rewş, peywendî, hevbendiyên PKKê bi rejîmên Şam û Tahranê re û gelo çiqas rol û bandora girseya alewî ya PKKê li ser van têkilî û hevbendiyan heye? Min hewlda van pirsa bilivînim û ji bo lêgerîna bersiva, ez piçekî vegeriyam dîroka alewiyan di serdema osmaniyan û serdema damezirandina komara Tirkiyê. Pêve girêdayî, ez vegeriyam rewşa tevgera çepgiriya tirk û her wisa heta ez gihîştim dîroka PKKê û hin belgeyên vê rêxistinê. Ango, min hewlda ku pirs û gotinên min bi infirmasyon û belge bin. Di wê nivîs de, dema vegeriyam kongreya 1mîn a PKKê min dît ku nêzîkî nîvî damezrênera alewî bûn. Mînak: Kesîre Yildirim (hevjîna berê a Öcalan), Sakîne Cansiz, Alî Haydar Kaytan, Mazlûm Doğan, Mustafa Karasu, Mehmet Karasungur, Mehmet Hayrî Durmuş, Çetîn Güngör (Semîr), Şahîn Dönmez, Yildirim Merkît...hwd. her wisa tirk jî hebûn: Kemal Pîr, Duran Kalkan. Min di wê nivîsê de got ku niha jî di nava PKK-HDPê de girseya alewî xurt û  berbiçave û ne mumkine bandor û rola vê girseyê li ser biryara siyasî a PKKê tune be.

Biraderen Apociyên Sûriyê, ango PYDcî, dînbûn dema wê nivîsê dîtin û xwendin, tu dijûn û gotinên kirêt û pîs nema ji min re ne gotin, weke: Xayîn, xewfiroş, Erdoğancî, AKPcî, DAIŞçî, bênamûs, bêşeref...hwd. ev birader, piçek jî xwe ne êşandin ku bi şêweyekî zanistî û bi belgeyan bersiva nivîs û pirsên min bidin.

Dîsa jî min hewlda ez berê van camêra bidim bersivên zanistî û bi belge gotareke din bi sernivîsa "PKK û Alewîzma Siyasî" di rojnameya El-heyatê roja 11.04.2017an de min nivîsand û belav kir. Di vê nivîsê de jî, min hin pirsên nû livandin û dan pêş, weke: 1- Mana Mustafa Karasu (alewî ye) berpirsê ragihandin û medya PKKê ji salên 2003an heta 2017an tê çi wateyê? Dema Riza Altun (alewî ye) berpirsê aborî, darayî û têkiliyên derve be û Besê Hozat (alewî ye) ku hevseroka KCKê di gel Cemîl Bayik be, ev tê çi wate yê? Ne tenê wisa jî, ez vegeriyam rojnameya navendî a PKKê, "Serxwebûn"ê ku ji sala 1982an û heta sala 2010an tu nivîs, gotar, lêkolîn, nûçe li ser alewiyan belav nekiriye. Lê piştî nîsana 2012an û vir de, êdî "Serxwebûn" nivîs û lêkolînên berfireh li ser civak û nasnameya olî, tayifî û mezhebî a alewiyan belav dike, îja ma ne qaşo PKK partiyeke çepgir û laîk e, çi îşê wê ji çîrok û çîrvanokên mezhebî, olî û tayifî heye?

Dîsa derûdorên PYD-PKKê jibilî dijûn û gotinên kirêt, tu bersivên bi raman û belge nedan.

Baş e, dibe ku ez şaş bim û "hewl didim PKKê reş bikim" weke ku PYDcî li ser min dibêjin û belav dikin, de ka werin binêrin birêz Öcalan; serokê PKKê û "Reberê Gelê Kurd" bê çi dibêje? Öcalan di roja 1ê hezîrana 2011an de, bi rêya parêzerên xwe, daxwiyaniyeke girîng da, tê de dibêje: "Hûn dizanin ku ne lihevkirin û ji hevqutbûna di nav mislimanan de çêdibe û hîna laşê pêxember Muhemmed li orte ye û ne hatiye binaxkirin. Ango pevçûna di navbera îslama deshilatdariyê û seltenetê û îslama rast û dirust, ango îslama "Medîne" de çê dibe. Ev nakokî û pevçûn di navbera têgeha Emewî a seltenetê ku gelek baş xwe veşartiye û di navbera misilmanên resen û dilsoz bi serokatiya Hezretî Alî, çêbûye. Wan neviyên pêxember Muhemmed ku li ber dilê wî gelek şêrîn in, kuştine. Hezretî Huseyîn bi şêweyekî herî hovane kuştin..."

Baş e, berpirs û hevalên PKK-PYDê vê nêrîn û daxwiyaniyê çawa fêm dikin? Jixwe napirsin; çi îşê me bi pevçûna di navbera ola îslamê a berî 1400 salî çêbûye, heye? Em weke partiyeke laîk û çepgir, çi îşê me bi naskirina gelo kê/kî rast e? Kî/kê ne rast e; Alî? yan Mûawiye, heye? Ma gelo bi serê Öcalan û PKKê ketiye bêje: Îslama rast û dirust a Alî ye, ne a Ebûbekir e, Omer û Osman bin Effan e. Çima "serokê gelê kurd" xwe nêzîkî şiya û alewiya dibîne? Ev çi çepgirî û laîkîzme ku xwe dispêre çîroka mezhebî û tayifeyeke olî-îslamî?

Baş e, dema Öcalan Hezretî Alî rast dibîne û Ebûbekir, Omer, Osman û Mûawiye sexte û deshilathez dibîne û xwe dixe nava vê gerîneka olî û mezhebî, ma gelo Öcalan şêx e? Yan oldar e, fetwa bide; kî rast e? Kî ne rast e? Eger biraderên PYD-PKK bi wêrekî û belge bersiva van pirsa bidin, wê çaxê dê têbighêjên û baş fêmbikin; çima PKK-PYDê ji 2011an û vir de piştgirî û hevkariya rejîma Esed dike.