Demokrasî

Xuyakirina dewletbûnê li asoya Kurdan dubendiyeke ku heta niha bi nermî dimeşiya çeng kir ser rûyê avê: Dubendiya serxwebûn û xweseriyê. Min yek ji van jî di heyata xwe de nedîtiye û ez herduyan jî wek destkeftî dibînim ji bo Kurdan. Eger em ji bo Bakur biaxivin, herdu jî du statuyên pêşketî ne li beramberî halê Kurdan î niha ê ji asta şaredariyan jî berjêrtir. Lê gelo ji bo Başûra ku xweserî derbas kir, federaliyeke berfireh bi dest xist xwestina xweseriyê gaveke pêş de ye yan paş de? Pirsgirêk di du xalan de veder dibe. Xala pêşî ew e ku tevgera xurt a li Bakur fikra xwe ya xweseriyê ne tenê ji bo Bakur pêşniyaz dike lê dixwaze vê li ser her sê parçeyên dî jî ferz bike. Gava raman di vê xalê de diteqine wê demê tiştekî absurd dertê, ew jî ew e ku kesekî ku piştevanê xweseriyê be û ev çare li parçeyekî hem wek baştirkirina halê Kurdan û hem wek gaveke pêşdeçûnê dibîne, di dûmahîkê de tê li dij serxwebûnê radiweste û dixwaze pêşdeçûna parçeyekî dî asteng bike. Li beramberî vê yekê pirr hêsan e ku yekî piştevanê serxwebûna parçeyekî –parçeyekî ku gihaştibe qonaxa herî nêzîk bo vê yekê – be di dûmahîkê de dilxwaz û piştevanê xweseriya parçeyekî dî be ku hê bi ti şiklî rêvebiriya xwe nexistiye destê xwe.

Xala duyem a pirsgirêkê jî, bi min, awayê birêvebirina li van herdu statuyên desthilatê ne. Ew jî pergal, nîzam, rejîma li dewletê yan desthilatdariya xweser e. Di nivîsa bihurî de min mînaka A. Öcalan a li ser dewletên Ereban dabû û li ser şîreta wî a li Kurdan li hember “xetere”ya dewletbûnê sekinîbûm. Bi min Öcalan di wir de, ji qewla sosyologan, erebe dixist pêşiya hesp û digot “de bajo!”. Di mînaka dewletên Ereban de tiştekî ku ji me re nevê hebûya ew jî ne serxwebûna dewletên wan, lê rejîmên wan bûn ku ji qraliyet, şerî’eta îslamî bigre heta bi Ba’asê tevneke çewisandin û bertengkirinê ristibûn li hember civakê. Statû çi dibe bila bibe, hezkî bila desthilatdariyeke xweser be yan serbixwe be, tişta ji me re divê ev e: Demokrasî. Helbet demokrasî ne şivika sêhrê ye ku her tim mûcîzeyên başî û qenciyê pêk bîne, û ne jî tiştekî wiha heye di sîstemên civakî de. Hin bi bêbawerî û sînîzmeke ecêb mînaka Hîtler didin û destnîşan dikin ku demokrasî dibe sebeba karesatên çawa. Ez dibêm Elman û Cihû ji me bêtir bi derdê vê karesatê dizanin, lê tevî vê jî Elmanan dev ji demokrasiyê berneda, hetta ji do bêtir lê bûn xwedî. Cihû jî xwe bi vî awayê rêvebiriyê ê ku qesasê herî mezin ê serê wan kir desthilat bi rê ve dibin û îro aborî, veberhênan û dewlemendiya wê ji a hemû dewletên Ereban ên li dora wê zêdetir e.

Min ev gotin kirin bo ku diyar bikim ku dubendiya me ya rastî divê ne di navbera serxwebûn û xweseriyê de, lê di navbera demokrasî û totalîteriyê de be. Tişta ku tevgera kurdî a domînant a li Bakur ji ber çavê me vedişêre ev e. Lê ev tişt, bi qeneeta min em Tirkekî li Kurdistanê jî bin, Kurdekî li Arjantînê jî bin dê ji me re lazim be: Demokrasî. Dema ez bi vî çavî lê dinêrim ez ji hedefa Pkkê a Tirkiyeyeke demokratîk re tiştekî nabêjim. Pkk ne Tirkiyeyê gundekî li Kamboçyayê jî demokrat bike ez ê kêfxweş bibim. Lê divê ez kengî dengê  xwe bikim? Dema ku tiştên ku wê kirin ji demokratkirina Tirkiyeyê bêtir bi kêrî zordestkirina Tirkiyeyê hat.

Herçî xweseriya demokratîk ji bo Bakur e, ez ne li dijî vê me jî. Eger Kurdên li Bakur xweseriyekê bi dest bixin wê kêfa min were, tew ku ev xweserî demokratîk be ez ê ji kêfan bifirim. Ez ê nekevim meseleya ku rêbaza ji bo gihiştina vê hedefê ka gelo Kurdistana Bakur xweser kir yan wêran kir, feyde gihand Kurdan yan zirar û ziyan. Ez dixwazim ji têkoşana wê bêtir li ser têgihiştina wê bisekinim. Bi dîtina min, mixabin, sîstema Pkkê ne xweser e, ne jî demokratîk e. Arezûya Pkkê a ji bo kontrolkirin, mudaxalekirin, tayînkirin û diyarkirina her tiştî, hesabnederî û bêtehemuliya li hember rexneyan, xwedîkirina îtaetkerî û partîzaniyê, kulta serokatiyê, ji van hemûyan resmê ku derdikeve ji ê xweseriyê bêtir ê totalîterî û navendparêziyê ye, ji ê demokrasiyê bêtir ê dogmatîzm û çewisandinê ye. Ez bawer im ji mirovên wek min bêtir li alîgirên Pkkê dikeve, li kesên di ber wê de berdêlên girantir dane dikeve ku wê ji ber bêrêziya li hember hedef û argumanên wê bi xwe rexne bikin, eger bi rastî a ku ew dixwazin û a ku ev partî bi zar dike heman tişt bin. Eger Kurdan ne îdareyeke xweser, ne dewleteke serbixwe, hew muxtariya gundekî jî hebe bila ew bi demokratî be û qebûlkirina cudayiyan be.

Di dinyayê de sînorê herî nêzîk, zirav, xeternak di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr de ye. Li ser maseya muzakereyan a navbera van du dewletan ku bi şaşî milê delegeyekî nîvê maseyê derbas bike û bikeve aliye dî, ev dikare bibe sebeba karesateke nukleerî li dinyayê. Tişta ku van du dewletên yek millet, yek ax, yek ziman bi qasî erd û ezman ji hevdu cuda dike vê sîstema rêveberiyê ye: Demokrasî. Lê demokrasî tiştekî wiha ye ku ji nav bêtir bi naverokê, ji dirûşmeyan bêtir bi tevgerên tolerans, qebûlkirin û rêzgirtinê diyar dibe. Ji ber vê heqîqetê ye ku Koreya Bakur, a ku navê wê yê resmî komara Gel a Demokratîk a Koreyê ye, dikare hezar qatî ji dewleta ku navê wê Qraliyeta Yekgirtî (Brîtanya) ye despotîktir, zalimtir, paşdetir, girtîtir û tarîtir be. Ji ber vê heqîqetê ye ku tevî ku Pkkyî dewletê wek çavkaniya pirsgirêkan dibînin û tevî ku desthilata wan a li Binxetê ne di statuya dewletbûnê de ye jî, em dibînin ku rêvebiriya wan a li vî parçeyê Kurdistanê ji a gelek dewletên cîhanê bi problemtir û nedemokratîktir e.

Dewlet ji bo hebûnê, demokrasî ji bo pêşdeçûnê.