KDP: Stûna Kurdayetiyê û Hêza Destkeftiyên Neteweyî

Mihemed Sanri

“Her Kurdeke niştimanperwer KDPî ye, lê nayê wê wateyê ku her KDPyiyek niştimanperwer  e”

-Mele Mistafa Brazanî

Diroka sedsala borî ya miletê Kurd pir trajîk e. Di vê sedsala borî de çarenivîseke wisa reş û xedar bo miletê Kurd hat saz kirin ku her tim li ser windakirinê bû. Lê dema em ji aliyê berdewamiya erka siyasî ve li dîroka siyasî ya ji nîvê sed sala borî ve berê xwe bidin “deskeftiyên” miletê Kurd ku bûne binemayê wekî neteweyekê li ser piyan bimîne, em dê bibînin take hêza siyasî ya ku mohra xwe li  binê deskeftin û biserketinan daye Partiya Demokrat a Kurdistanê-KDP ye. KDPê, digel tekoşîneke bênavber û bi serkeftinên berçav bîrûbaweriya neteweyî jî di herçar pareçeyên Kurdistanê de xurt kir. KDP, di pênasa xwe de dibêje “Partiya Demokrat a Kurdistanê ne bi beyanên sîyasî, belê bi kiryar (action) pêşxeriya tekoşîna neteweyî dike.”

Mohra KDPê li ser avakirina Komara Kurdistanê ya Paytextê wê Mahabad e (1946) heye. Carê pêşiyê di 1958an de di destûra Iraqê de Kurd wekî neteweya duyem hatin qebûl kirin, mohra KPDê li ser e. Otonomiya 1970ê KDPê mohr kir. Di 1992an de jî pêşîvana sereke ya avakara Parlamentoya Kurdistanê û îlankera dewleta federe ye. Her bi wê pêşîvaniya di 2005an de rewşa federe kir formeke destûrî.

Piştî şerê Cihanê yê I. Kurdistan ji aliyê nîzama nû ya nêvdewletî ve di bin hikûmraniya çar dewletên yek jî ya dî tîrantîr û xedartir de hat parçe kirin, çarenivîsa miletê Kurd jî yekser reş û tarî bû. Siyaseta înkar, asîmilasyon û bitevahî jinavêrakirinê li ser miletê Kurd hat bi rê ve birin. Nîzama din a nû ev siyaseta hov, wekî kareke yê asayişa navxweyî yê van dewletan dît. Dinya li hemberî doza miletê Kurd ker û kor bû. Neteweyek yekcar ji ber çavan hat winda kirin.

Helbet li himber vê siyaseta zorkeriyê Kurd bêdeng neman; serî hildan, lê her serhildanek bi awayekî pir xedar, bi qetlîam, bi sirgûn, zindan û bi kampên komkirinê hat fetisandin. Stûnek hebû ku xwedanê îradeyeke ji pola; navê wê stûnê jî Partiya Demokrat a Kurdistanê bû qet tu hêzan nikarî wê stûnê ji nav bibe, neteweya Kurd ji nîvê sedsala borî de xwe li wê stûnê girt. Wê stûnê li her çar parçeyên Kurdistanê per û bask vedan karîgerî li ser rêxistinên parçeyên din kir.

KDP di 16ê Tebaxa 1946an de, li Komara Kurdistanê li Mehabadê hat ava kirin. Mele Mistafa Barzanî digel çar efeserên din ên di Komara Kurdistanê de cih giritine, dixwazin partiyeke wekî KDP-Îranê li başûrê Kurdistanê jî ava bikin. Pêşî navê wê ‘Partiya Demokrat a Kurd’ bû, paşê di Kongreya 1953an de li Kerkûkê navê wê hat guhertin, bû Partiya Demokrat a Kurdistanê. Sala damezirandina wê wekî 46 tîrên zer di nav amblema bi bazinê sor ê ji xwîna şehîdan hatiye dorpêç kirin de, bi cih bûye. Teyrê baz ê sembola hêz û serbilindiyê, di nav roja Kurdî de cih bûye, xeta kesk rengê Kurdistanê ye, wîşiyên genimî bereketa xaka Kurdistanê ye, hemû rengên amblema wê ji ala Kurdistanê ne.

Bi pêşniyara Serokê avakerê KDPê Mele Mistafa Barzanî, Şêx Latîfê kurê Şêx Mehmud Berzencî, Kake Ziyayê kurê Hema Axayê Koyî dibin cigirê wî. Mele Mistafa Barzanî Supasalarê Komara Kurdistanê bû. Şêx Latîf kurê qralê Kurdistanê bû. Kake Ziya kurê xandaneke din sereke yê Kurdistanê bû. Dema ji aliyê sosyolojiya civaka Kurdan ve mirov li van hersê avakerên KDPê binêre, ew ji lûtkeyê herî bilind ê komelgeya Kurdî ne. Lê gewde û birêvebirên din ên KDPê, jin û mêr, xort û pîr ji hemû aliyên civata Kurdî û Kurdistanê bûn. Bo nimûne Sekretêre pêşî Hemza Abdullah xelkê bakur bû, kesekî Marksîst bû. Bi her awayî partiyeke modern, li ser binegehek û bîrûboçûneke neteweyî ji bo bi destveanîna hemû armanc û erkên neteweyî, serwerî û hikûmraniya miletê Kurd li ser xaka Kurdistanê.

KDPê Rêya Kurdayetiyê girt, şiurê Kurdayetiyê ava kir. Çawa gotina “Peşmerge” gotineke  xweser a Kurdî ye, di tu zimanên din de tune. “Kurdayetî” jî gotineke wisa xweser a navê niştimanperwerî û neteweperweriya Kurdistanê ye. Gotina “Kurdewarî”yê her xet, amûr, xwarin, vexwarin, cilûberg, nexş û formên kulturî yên Kurdî digire berxwe, “Kurdayetî” jî hemû têgihiştin û întelejensiya niştimanperwerî û neteweperweriya Kurdî berbazin dike. Divê Kurdayetî bi tu awayî digel terma nasyonalîzma rojavayî an jî digel terma “milliyetçîtiya” rojhilatî ya ku bo hemû kêmiyên din bûye dojeh neyê tevilhev kirin. “Milliyetçitî û nasyonalîzm” nabin hevberên Kurdayetiyê.

Bo nimûne Şoreşa Îlonê di bin pêşîvaniya KDPê de ji 11ê Îlona 1961an dest pê kir, çog li hovîtirîn arteşa dinyayê ya Iraqê şikandin, di Adara 1970ê de Otonomî li Iraqê da îmza kirin. Konseyeke vê şorêşê hebû ji 64 kesan pêk dihat; ji hemû dîn, mezheb û tebeqeyên civatê nûner hebûn. Nûnerê Asuriyan, Kildanan, Ermenan û mela hebûn. Pluralîzma îro li başurê Kurdistanê heye, binemayê wê têgiheştina Kurdayetiyê ye. Pluralîzma Kurdistanê ne tiştekî “konjonkturel” e. Binemayek pekhateyî (structural) ye. Şîara Kongreya13ê ya dawî ya KDPê  jî  “Dad, nûbûn û bihevrejiyan” e.

KDP, çawa bûye stûn bo Peşmergeyê ku îro di dinyayê hemiyê de wekî têkoşerê azadiyê, pasavanê dinyaya azad û medenî dihê nasîn, her wisa stûna Kurdayetiyê ye jî. Digel misiyona parastina xweseriyên neteweyî, KDPê ti caran vîzyona dinyaya medenî û demokratîk jî neda aliyekî her pêgirî li we kir. Piştî Şerê Cihanê yê II. serdema Şerê Sar, rêkxistinên rizgarîxwaz di seranserê dinyayê de ketin bin bandora îdeolojiya çep. Lê KDPê her tim bawerî bi hemû maf û azadiyên takekesî, grubî, dînî û mafê çarenûsa neteweyan anî. Di vê çarçoweyê de her tim xwe spart buhayên welatên Rojavayî û sîstema demokratîk a dinyaya bazara vekirî.

Her îro jî di bin pêşîvaniya wê KDPê de tekoşîneke xurt a  guncawî digel dinyaya demokratîk bo serxwebûna Kurdistanê dihê dayîn. KDP êdî bûye stûna neteweyî ya miletê kurd.

Helbet di hemû reng û rûyên niştimanperwerî û Kurdayetiya KDPê de mohra tiliyên bavê danêr Mele Mistafa Barzanî heye, her wekî çawa ev reng û rû îro di bin serokatiya Serok Barzanî de hêj xurttir, geştir dibe, ayîndeyê miletê Kurd geş dike.