Ez û Mijabad

31/07/2017 - 07:55 Kategori Raman

Romana min î yekem Mijabad e. Romaneke tarîxî ye ku behsa Komara Kurdistanê yî li Mehabadê ku sala 1946an hatibû damezrandin dike. Ji bo nivîsandina wê min gelek lêkolîn kirin, ez heta Mehabadê jî çûm û min baş li mekanê romana xwe temaşe kir, bi xelkê re da û stend, li stranan guhdarî kir, li bajêr, li baxçe û çiyayên wê geriyam û dawiya dawî roman di serê min de kemilî.

Min di wê romanê de xwest lehengekî nêzîkî xwe bixuliqînim, lehengekî ku mîna min helbestvan be, şikestî be, têkçûyî be û mîna min bêhêvî bûbe û êdî nema baweriyê bi gelek tiştan bîne.

Min dixwest ez Qadî Mihemed ku serokê wê komarê bû, bikim karekterê sereke, lê gelek caran  karekter rolê yan rolan ji hev didizin. Di Mijabadê de jî wisa li min hat. Min carekê dît ku Qadî Mihemed ketiye rêza dawî di nav karekteran de û rê ji Badînê Amîdî re vebûye ku ew serkêşiya bûyerên romanê bike.

Badînê Amîdî, xortekî ji Amîdiyê ye. Ew xortekî Behdînî ye, ji malbateke xizan e, bavê wî Ûnis ku di şerê Sarikamişê de beşdar bûbû û paşê «firar» kiribû û hatibû li Amedê xwe veşartibû heta ku di gel jina xwe ya ermenî Hamêst derbasî wî aliyê sînor bûbû û hatibû bajarê xwe. Ji wir jî berê xwe dabû Silêmaniyê û li gel Şêx Mehmûdê Berzencî şerê îngilîzan kiribû û şehîd ketibû.

Min got ku divabû lehengê romanê yekî nêzîkî min ba, ji ber ku ez jî şair bûm min hişt ku Badîn jî helbestvan / şair be. Helbestvaniya Badîn ji pêwistiyên romanê ye. Eger ew ne helbestvan bûya wê newalek kûr di navbera wî û zimanê wî de heba. Ez bi xwe jî helbestvan im û min nikaribû roman bi zimanekî ku dûrî min e û dûrî lehengê min e binivîsanda. Badîn ne tenê bi ramanên xwe nêzîkî min e, belê bi zimanê xwe yê helbestî jî. Min di rêya Badînê helbestvan re, ku ew ez im, xwest ku ez romana xwe bi zimanekî pak î herikbar binivîsim û ji monotoniya zimanê dîrokê birevim, zimanê dîrokî zuha ye, hişk e, min xwest zimanê kurdî û enerjiya ku têde ye geş bikim û sihra wî ya ciwan keşif bikim. Zimanê kurdî şêrîn û nazik e û berî her tiştî nêzîkî giyanan e, lê ew bi hacetî noqbûneke kûr e di binê deryayê wî de da ku dur û gewherên di sedefên girtî de derkevin.

Ez û lehengê xwe di gelek xalan de digihîjin hev, ne tenê di helbestvaniyê de, di têkçûnên evîndariyê de, di şewitandina li ber agirê dil de, di bêhêvîbûnê de, di reşbîniyê de û di gelek waran de. Ez Badînê Amêdî me. Ez ew im bi hemû şikestinên wî û şîngirêdana wî û awarebûna wî, ez ew im bi hemû bêhêvîbûn û têkçûn û bendewariya mirinê û tirsa jê, ez ew im bi hemû hestên wî yên geş û vêketî, bi wê leza ku pê dikeve ber pêlên evînê. Ez Badînê xwediyê giyanê aware û dilê koçer im. Erê, dema ew tev li şoreşa Barzanî bû û hate Mehabadê, ji ber têkçûna evînê bû, dema ew di destpêkê de ji Amêdiyê derket jî ji ber têkçûna evîna wî bû û cara dawî jî di têkçûna xwe ya sêyem de ku li gel têkçûna komarê bû jî, wî pişta xwe da Mehabadê. Ev rewş di realiteyê û jiyana rojane de jî heye, ma bi hezaran tev li şoreşan nabin ji ber têkçûnên xwe yên evînî! Ew rewşeke psîkolojîk e; kesê têkçûyî, yê şikestî li fersendek serkeftinê digere, tevlî şoreşekê dibe da ku berî her tiştî zora xwe bibe û baweriya xwe ya bi xwe vegerîne. Xaleke din ez dixwazim behsa wê bikim; ew jî kilîşeya şoreşgerê pak û pîroz e! Pir kes hene şoreşgeriyê rengek ji rengên tesewufê, terkedunyatî û dawpakiyê dibînin! Bi baweriya wan be kesê şoreşger hemû xerîzeyên xwe (xerîze: instinct. Içgüdü) kuştine ji bo xêra welatê xwe. Min xwest di vê romanê de karekterekî ciyawaz ava bikim, şoreşgerekî ku naşibihe şoreşgerên di xeyalê xelkê de! Kesê şoreşger, çi rewşenbîr û çi bêsewad be, berî her tiştî mirov e, dikare di nava çîrokeke xwe yî evînî de be jî û di eynî demê de di ber welatê xwe de bimre, ew dikare têkiliyeke cinsî li cihê ku bavê wî têde şehîd bûye bi yara xwe re bike! Min li gor van pîvanan karekterê Badîn ava kir. Ew, dema ku dibe evîndar mirov e ne şoreşgerekî ku mêjiyê wî hatibe şûştin. Evînek şoreşgerî nîne. Evîn stûxwariye, zillet e. Me wisa evîn naskiriye û em wisa bi evînê re jiyane û helbestvan û aşiqên mezin mîna Ibnul Farid, Melayê Cizîrî, Xanî, Şîrazî û xeyrî wan evîn wisa dane nasandin. Min nexwest lehengê min derewan li xwe bike, min rê dayê ku bi kûranî bikeve evînê, li ser zimanê wî di romanê de wisa hatiye ku ew tevlî şoreşê bûye da ku birînên dilê xwe derman bike. Dawiyê jî ku hildikişe ser çiyayê Xwezyî, tenê dengê şikestina dilê xwe dibihîze.