Pirsgirêka Elifbêyan

24/07/2017 - 07:55 Kategori Raman

Nizanim çima gelek, ez jî  pirê caran di nav de, dibêjin „alfabe“ û dev ji „elifbê“ya ku bi sedê salan e di nav me kurda de tê bikaranîn, berdane! Mirov bikaranîna peyveke girêdayî teknolojiya nûjen, têgeheke felsefîk...hdw, ku dibe hemwateya wê di kurdî de nebe, fam dike, lê ya ku nayê famkirin ew e, peyvên me yên ku ev bûne sedê salan di ferhenga me de hene, werin şemirandin û em rabin dest bavêjin „bêrîkên“ cîran û rojavayiyan!

Hin ji elifbêya latînî aciz dibin û dibêjin ku ew ya tirkan e. bi rastî ev ergument qet ne di cih de ye. Ev tîpên ku niha em pê dinivîsin tu carî ne jî îcada tirkan e ku em wî qasî nefretê jê bikin. Tew em bibêjin ku ew berhemeke kemalîzmê be jî, em dikarin –gava ku bi kêrî me û zimanê me bê- bi rihetî ji xwe re bikin elifbê. Bikaranîna tîpên latînî ji zû de derbasî warê nivîsandina peyvên kurdî bûye, ji bo fonetîkên kurdî, kurdnasên rojavayî mecbûrî elifbêya latînî bûne û gelek tekstên kurmancî pê nivîsine.

Di kitêba Hugo Makas de (Kurdische Texte und Kurdische Studien) ku sala 1897an li St-Petersburg bi almanî çap bûye hin tekstên kurdî hatine ku hemû bi tîpên latînî ne, ji xwe Hugo Makas di destpêka kitêba xwe de wek elifbêyekê daniye da ku xwendina wan deqên kurdî ji xwendevanan re hêsan bike. Di kitêba Peter Lerch de jî  (Forschungen über die Kurden und die Iranische Nordchaldär) ku sala 1857an  cara yekem ew jî li St-Petersburgê bi almanî çap bûbû, gelek tekstên kurmancî, heta di dawiyê de ferhengek jî, bi herfên latînî hene. Yanî ewan lêkolîner û kurdnasên ku li ser tekstên kurmancî xebitîne, qet Mustefa Kemal nas nedikirn (ji xwe mêrik hîn ji dayik jî nebûbû) lê ewan dîtibûn ku tîpên latînî belkî jî bêhtir li peyvên kurmancî û fonetîkên wan tên. Ji bo vê jî nabe mirovek rabe navê elifbêya me  ya kurmancî bike elifbêya Mustefa Kemal.

Lê li aliyekî jî hin hene dixwazin elifbêya kurdiya başûr ji holê rabe. Li başûr, çi bi biryara siyasî be çi jî bi tercîha xwendevan û rewşenbîr û nivîskaran be, divê yek elifbê hebe. Tu dewlet, qebûl nake ku kaos û tevliheviyeke wisa serî hilde. Ev pirseke stratejîk e û têkildarê avakirina hişekî netewî yî yekker e.

Ew çawa li hev dikin bila bikin. Bi zeman re wê ev pirsgirêk çareser bibe bêguman. Îca çima hinek ji me, ji kurdên bakur û rojava divê bibin berdevkê kurdên me yên başûr, ên ku em dibêjin qey tiliyên wan şikestîne nizanin binivîsin û zimanê wan şewitî ye nikarin biaxivin! Nivîksar û rewşenbîrên Duhok, Akrê, Amêdyê û Zaxoyê doza vê yekê bikin dikarin, ew mafê wan e. Lê ku em rabin serkêşiyê bikin, ew êdî destêwerdan e û neheqî ye. Ew parçe ji Kurdistanê bi kêfa xwe ye, çi elifbêyan bo xwe baş dibîne, kîjan zaravayî bo xwe minasib dibîne, ew azad e û biryara derbarî vê pirsgirêkê li zanayên wê derê vedigere.

Divê me realîteya ku kurd dabeşkirî nenas bikin û bipejirînin! Jixwe her parçeyek taybetmendiyên wî hene û ji parçeyên din cuda ye. Xwezî kurd ji hev ne cudabana lê cuda ne. Xwezî Kurdistan yek parçe baya lê ne wisa ye. Em nikarin xwe di ser van rastiyên geopolîtîkî re biqevêzin, em nikarin rastiyên tarîxê bikin qurbana xewnên xwe yê neteweperest.  

Pirseke dawî :

Gelo çima rewşenbîr, zana, lêkolîner, nivîskar, akademîsyen û xwendevanên bakur xwe fêrî herfên aramî/erebî û xwendina berhemên «soranî» nakin û xwe ji ewqase berhemên nazik û şêrîn bêpar dikin. Eynî pirsê ji rewşenbîr, zana, lêkolîner, nivîskar, akadimîsyen û xwendevanên başûr û rojhilat jî tê kirin, gelo çima ew xwe hînî elifbêya latînî nakin û hayê wan ji pêşveçûna kurmancî nîne!