Referandûm, Nîzama cîhanê û hiqûqa navnetewî III - Deklerasyona hiqûqa navnetewî a Yekîtiya Netewan a sala 1960î

Hiqûqî û demokratîk bûna referandûmê ji alî kurda de gelekî girîng e. Divê beriya her tiştî bê zanîn ku hiqûqtiya referandûmê îrada miletê kurd e. Di warê hiqûqî de li tevaya welatên cîhanê îradeya miletekî di ser hemû yasayan re ye. Demokratîk bûna referandûmê jî ew e ku bi awayê jê pirsînê kurd diçin ser sindoqa û bi awayekî azad li ser paşeroja Kurdistanê helwesta xwe didin diyar kirin, ev jî heta niha li tevaya cîhanê wek formeke herî demokratîk tê qebûl kirin. Pirsa ku di nav mala kurda de tê munaqeşe kirin, ku lazime parlementoya Kurdistanê bê vekirin ku ew jî biryare li ser referandûmê bide ji bo formeke hiqûqî bistîne cihê munaqeşê ye. Bê guman daxwaza hemû kurda ne ku aliyên siyasî di nava parlamentoya Kurdistanê de ne li hev bikin, parlementoyê aktîv bikin û biryarekê di derbarê referandûmê ji parlementoyê derxin. Ev raste û lazime bibe, evê ya wê di warê navnetewî de helwesta kurda xurttir bike. Bes ev ne şerte ku parlemento venebe û biryar ji parlemento dernekeve wê referandûma kurda ne hiqûqî be, wek li jor jî min got mezintirîn hiqûq di warê navnetewî de îradeya miletekî ye. Ma ne milet ew parlemento hilbijartiye. Baş e dema milet bi xwe diçe ser sindoqan biryara parlementoyê ne şerte, lê hebe hîn baştire. Divê hemû aliyên siyasî li hev bikin û ji cîhanê re bidin rêdan ku kurd bi yek dengî doza serxwebûnê dikin û di referandûmê de rêjeya erê gelek bilind be. Divê kurd baş bizanibin ferqa navbera ji %70-80 an ji %90 erê wê di raya giştî a cîhanê de tesîra wê cuda be. Ji ber wê, ji bo rêjeya erê bilind be heta temamiya aliyên siyasî li ser referandûmê li hev nekin jî, ji ne hiquqtî û demokratîk bûna referandûmê tiştekî kêm nake a herî girîng ku behtirîn xelkê Kurdistanê ji referandûmê re bêje erê. Li tu welatên cîhanê referandûmê weha tu carî ji %100 bi lihevkirina hemû aliyan ne bûye, gelek mînakên wê li cîhanê hene. Li Kosova, Asetya, Abxazya, Îrlanda…û hwd. Hinek aliyên siyasî hebûne li dijî referandûma serxwebûnê derketine. Li Kurdistanê jî terefên weha hebin ne tiştekî xerîb û ecêbe. Diyare her ku referandûm nêzîk bibe dijmin û xêrnexwazê kurda wê bixwazin bi provakasyona şerê kurda bikin da kurda bêhêvî bikin ji bo referandûm ne serkeftî be. Ji xwe dewletên Kurdistan perçekirine zanîbana wê ji wan re biqedê wê bi artêşên xwe êrîşî Kurdistanê bikirina lê ji ber dizanin ev zirhêzen navnetewî li herêmê ne mudaxeleya wan a leşkerî qebûl nakin newêrin tiştekî weha bikin, ji ber wê mirov dibîne wê şerê herî xurt bi rêya çapemeniyê bikin ji ber xeleka zeîf ya kurda çapemenî ye û bi rêya çapemeniyê dixwazin kurda manîpule bikin ku xwedêgiravî “Dinya bi teybetî zirhêzên navnetewî wek DYA, Rûsya û welatên YA piştgirî nadin kurda” beyanên van welatan yên pozîtîv di derbarê kurda de bi awayekî negatîv bidin û xeberên bê bingeh ku ji çapemwniya tirka, ereba û farisan yên ku li dijî miletê kurde belav bikin da ku bi kurda re bê hêvîtî çêbibe. “Dinya piştgiriyê nadin serxwebûna kurda.”  Di van demên dawî de em bûn şahidê gelek tiştên weha û weha diyare her ku referandûm nêzîk bibe wê manîpulasyon û desînforasyon zêdetir bibe. Ji ber wê  divê Hikumeta Herêma Kurdistanê kontrolek pir xurt deyne ser çapemeniyê û heger lazim be yasayeke muweqet a kontrola ser çapemeniyê derxe, ku çapemenî xeberên ewlekariya netewî û civakî a Kurdistanê xera dikin belav bikin, cezayê xurt li wan bibirin. Li vê dinya yê her welat weha dikin. Tu luksek kurda nîne îstisna bin, bi teybetî di demeke weha hesas de. Pirsek din ku hinek dibêjin; “Niha şert ji referandûmê re ne musaîde” pirsek ji wan kesan re, gelo kengî wê şert musaîd bibin? Heger em li benda welatên Kurdistan perçe kirine bisekinin ew 500 salê din jî wê nexwazin kurd referandûma serxwebûnê çêkin. Ya din niha şerê li herêma rojhilata nêzîk û navîn dibe şerê nîzameke nû ji bo cîhanê ye, divê kurd lê ecele bikin heta ku nîzama cîhanê a nû ava ne bûye destekeftiyên mezin maksîmûm bidestxin an na ku nîzam ava bibe û kurda destkeftiya bi dest nexin kurdê dîsa weke şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn wê wenda bikin. Ji ber wê weke gotinek rêberê şoreşa Oktober V. Î. Lenîn dibejê; “Doh zû bû, sibê derenge, niha tam wexte.” Ji bo referandûma kurda jî niha tam wexte. Dinya li pişt kurda ye û kurd divê netirsin û ji çêkirina referandûmê gavê bi şûn de neavêjin. Gav bi şûn de avêtin întîxare.