Li ser merqeda Seydayê Serxwebûnê

Rojê bi ronahiya xwe ya zêrîn serê çiyayê Gilîdaxê dişûşt, ewrekî spî û mezin, lûtkeyê berfînî ji ber çavan dida alî. Tevî ku nîvê temûza 1996an bû jî, hewaya nerm û xweş bihar dianî bîra mirov. Wê çaxê gelek hestan xwe di bîra min de li bin guhê hev dixistin.

Ez bi hebûn û hestên xwe ji der û dorê qut bûbûm, hema hema bibêje min tenê dengvedana sê sed salên borî dibihîst.

Ew dengvedana bi hêz ya helbestên seydayê Xanî bû. Her tiştî li we der û dorê peyvên Seydayê Serxwebûnê dinehwirandin û dibilandin, Xanî yê kurê wî bajarokê di dawa wî çiyayê serbilind û xilmaşbûyî de dengê xwe digihande serê Agriyê bi mij û moran û digot:

Lewra ku dinê bi şîr û ihsan
Tesxîr-i dibit ji boyî insan
Ez li bajêr, an ku li Bazîdê zêde negeriyam, qesda min

heca gora pîroz a seydayê seydayan bû.
Ez nêzîkî şofêrekî bajêr bûm û min pirs kir: Gelo gora

Ehmedê Xanî li ku ye? - Ziyaret?

Wî pirsa min bi pirsekê bersivand û min got;
-Erê.
Min û wî me li ser hindek pereyan li hev kir ku min

bigihîne ziyaretê û vegerîne jî.
Gora Xanî çend kilometreyan dûrî rojhilatê bajêr e, ji

wê deverê re dibêjin Bazîda Jorîn, rêyeke ji zuxur û kevirên hûrik ji Bazîdê digiha ziyaretê. Ancax ew rêya ne asfaltkirî layiqî Seyda dîtibûn. Seydayê ku rêya Serxwebûnê ji hemû kurdan re rast kir, rêyek minasib nine ku mirov ji bajêr bigihîne ba wî! Di nîvê wê rêya zuxurî de qereqoleke artêşa tirkan mîna dengekî tehl û zivir di nava senfoniyeke ciwan de xuya dikir. Piştî ku em bi selametî jê derbas bûn û me nêzîkî li gora Xanî kir, me dît va zarokin bi kumê spî hatin pêrgîna me. Ew feqeyên hucreyê bûn. Li ber deriyê mer- qedê jî Micêwirek hebû (ew kesê ku li ber ziyaretan rûdine û kar û barên wan dimeşîne, ji peyva erebî mucawir). Ew micêwir mirovekî navser û dilovan bû, riheke sivik rûyê wî dinixumand, hat pêşiya min û bi germî silav da û ez birim ber kêla serê seydayê min Xanî.

Hestên ku di wê kêlîkê de êrîşî giyanê min kirin, ez ji binî de hejandim, her tişt hate bîra min, gilî û gazinên Xanî, perîşaniya kurdan û evîna dojehîn ya Mem û Zînê, min nikaribû wê demê xwe bigirta, hêsirên min zora
xwe ragirtina min birin û ez bi dengekê bilind giriyam, Micêwir li min û giriyê min nihêrî û behetî ma. Tavilê min dît wa ye ew jî hêsirên xwe dadimala. Xuya bû ku ew hest di nava dilê Micêwir de jî diqilqilîn û pêdiviya wî
bi yekî hebû ku hinavê wî tev bide. Li dû ku hêsirên xwe damalandin ber bi min ve hat û destê xwe da ser milê min bi bavîtiyeke dilovan û bi kesereke dirêj got: Kurê min Xwedê me xelas bike.

Ziyaret xweşik e li rex wê goristaneke giştî heye, kevirên ku pê hatiye avakirin sê reng in, spî û qehweyê tarî û yê vekirî yan hingivîn. Gor hemî bi cawekî kesk nuxumandî ne. Li rex gora Xanî gorên Şêx Tahayê Ervasî, Şêx Resûl, Şêx Mehmûd hene, li ser kêla serê Seyda jî ev ayeta Quranê heye: “Kullû men e ́leyha fan” yanî her kesê li ser rûyê erdê mirin dawiya wî ye.

Niha tevgera serxwebûnê ber bi astek zêde bilind ve diçe, niha êdî ew tovê ku seydayê mezin di hişê kurdan de çand êdî zîl da, şîn hat û bi hewa ketiye bûye darek. Gelo ez rojekê herim ser wê tirba pîroz û bang bikim:

Rabe Seyda, rabe neviyên te daxwaza te bi cih anîn, wa ye yek ji nav me kurdan rabû û „xemxwarî ji bo me kir“ û em ji destê „kîneweran“ deranîn! Bi hêviya ku ew roj zû were, neviyên Xanî herin ser gora wî û mizgîniya Serxwebûnê bidinê.