Osman Sebrî têkoşerekî bêwestan bû

Min di salên 1977-78an de dest bi nivîsandina kurdî kir. Ez hingî xortik bûm, naşiyekî dera hanê bûm. Min bi kurdî dinivîsand, lê min kitêbeke bi kurdî nedîtibû. Kitêba pêşî ku min bi dest xist ya Cegerxwîn bû. Min ew kitêb bi şev û roj xwend û di çend rojan de kevn kir. Hew min dît em nêzîkî salên 1980î dibin. Em bi hêviya bihareke xweş bûn, lê payizeke reş bi ser me de girt.

Min hingî terka welêt kiribû. Ez di 19 saliya xwe de, bihezar zehmetiyan li Swêdê bi cih bûbûm. Ez ji welêt derketibûm, lê ew agirê ku bi welatiyên min ketibû, li xerîbiyê ez jî dişewitandim. Dengê qêrînên welatiyan di guhên min de dikir zingînî. Ez gelek caran ji xewê vediciniqîm û di nav gola xwêdanê de şiyar dibûm. Gava şiyar dibûm jî min dest diavêt qelemê û ew bêrîkirin, ew tirs û hêrsa xwe dinivîsand. Ji aliyê din ve jî ez bi dû nêçîra gotina kurdî ya nivîskî ketibûm. Min hê navê Hawarê nebihîstibû û Ronahî nedîtibû. Min hê nizanîbû Celadet Bedir-Xan heye û haya min ji Qedrî Can û Nûredîn Zaza tunebû. Min hê du rêzên Osman Sebrî nexwendibûn û navê wî nebihîstibû. Min kulek giran xistibû ser dilên dê û bavê xwe, ew di nav agirê bêrîkirina ewladekî de hiştibû û ji nişkê ve ji ber çavên wan wenda bûbûm. Lê ya ku birîna dilê min dikewand nivîsandin bû, zarê kurdî bû. Sal 1980 bû. Ez li Swêdê, li bajarê Uppsalayê bi cih bûbûm. Uppsala bajarekî unîversîteyan e, nêzîkî Stockholmê ye. Rojekê, piştî kursa zimên ez dageriyam kitêbxaneya bajêr ya bi navê Carolina Redivivayê. Ez li dû nêçîra kitêbên kurdî bûm. Ez çûm ber vê refê û wê refê. Min destê xwe avêt vê kitêbê û wê kitêbê. Ez wek piçikekî di hundirê wê kitêbxaneya mezin de zîz bûm. Gava min bi xwe tiştek nedît, ez çûm ber dezgeha enformasyonê û min ji herdu xanimên rûken pirsî. Yekê ji wan da pêşiya min û ez birim quncika kitêbxanê ya xalî. Mîna ku wê bi destê xwe ew kitêb danîbe wir, rahiştê û ji nav refan kişand. Kitêba yekî swêdî bû. Lê kitêb bi kurdî bû. Jinikê kitêb dirêjî min kir; “Ev kitêba ha ji gotarên kurdî pêk tê“ got. Min spasî jinikê kir û kitêb ji dest girt. Min li wir xwe da ser qoltixekê û rûpelên kitêbê di ser hev re qulipandin. Ez dikira ji kêfan bifiriyama. Cara pêşî bû min bi kurdî kitêbeke pexşanê didît. Rojhilatnasekî swêdî î bi navê Stig Wikander kitêb amade kiribû. Wî ji kovar û rojnameyên kurdî ên berê gotar hilbijartibûn û bi awayê antolojiyekê amade kiribû. Mîna ku ez li xezîneyekê rast hatibûm. Min nexwest ez kitêbê ji destên xwe derxim. Min ew bi emanetî bir malê û ez ketim nav rûpelên wê. Min di du rojan de ew xitim kir.

Kitêb di sala 1959an de li Uppsalayê hatibû çapkirin. Hemû gotarên wê ji kovarên Hawar, Ronahî û Stêrê bûn. Stig Wikander dabû dû şopa akinciyên kurdan. Ew çûbû Şamê û li wan bûbû mêvan. Di kitêbê de tibabek nivîsên Osman Sebrî hebûn. Min cara pêşî Osman Sebrî bi riya Stig Wikanderê swêdî nas kir. Min kovara Hawarê bi wî nas kir. Min cara pêşî navên nivîskarên Hawarê bi xêra wî bihîst. Êdî ji kêfan şûr simbêlê min nedibirî. Êdî min zanîbû min pişta xwe spartiye dîwarekî qewîn û ez bi dû zimanekî qedîm ketime. Di sala 1985an de ez li riyekê digeriyam ku bi dû şopa Stig Wikander bikevim û herim wan nivîskarên kurd bibînim. Lê ji min re li hev nehat. Di sala 1987an de min ji Swêdê xwe gihand Şamê. Digel serdana Rewşen Bedir-Xan, min dixwest ez herim serdana Osman Sebrî jî. Min pirsî, gotin Reşadê Dêrikî heye, Reşad Önen. Min li Şamê li deriyê Reşad Önen da. Reşad xalê min tê. Pîrka min ji wan e, lê ez eseh nizanim çawa. Xalê Reşad û malbata xwe pir bi germî pêşwaziya min kirin. Hingî Eyub Alacabey jî xwe ji ber cûntaya leşkerî dabû alî û li Şamê bi cih bûbû.  Ezîz Akreyî ku demekê li Bexdayê siyasetvanekî ji dereceya bilind bû, li Şamê bi cih bûbû. Min ev herdu siyasetvanên kurd jî dîtin û em bi hev re çûn serdana Osman Sebrî. Osman Sebrî êdî di nav salan de çûbû, lê li ser xwe bû. Bi qasî qirşekî tiştek ji hêviya xwe wenda nekiribû. Zexim bû. Bi inyad bû. Di demeke kurt de ji min re dîrokek vegot. Osman Sebriyê ku di sala 1905an de li gundê Narincêya Semsûrê hatibû dinyayê û ji serokên eşîra Mêrdêsiyan bû, sirgûnî Şamê bûbû. Hemû jiyana wî di oxira siyaset, ziman û edebiyata kurdî de buhurî bû. Ew têkoşerekî bêwestan bû. Kalekî mîna xortekî bû. Qilçikexî di çavên neyêr de bû. Ser dabû, sir nedabû. Osman Sebrî bû…