’Ferman e, ferman e, fermana mîrên kurdan e!’

Nîvê pêşîn ê sedsala 17an, li nav osmaniyan dewreka nelihevî, pevçûn û şerên balkêş ên li ser Kurdistanê ye ku buye sedemê kuştina hin mîrên Kurdistanê.

Mîr Şeref Xanê Bedlîsî, Husên Canpolatê mîrê Kilîsê, Alî Begê birazê û xelefê wî, Yehya Begê kurê Zekeriya Xanê mîrê Hekkariyê, Mehemed Xanê mîrê Hezoyê û pişt re Evdal Xanê mîrê Bedlîsê.

Li vir, li pey hev di çend nivîsan de ê bal bê kêşan ser kuştina Şeref Xan, Mîr Husên Canpolat, Alî Beg Canpolat, Yehya Beg û Mehemed Xan.

Kuştina van mîran rastî demekê tê ku li Ewropayê osmanî êdî nema karin pêş ve biçin,  asê bune. Li rojhilat li serhedên Îranê bi êrîşên dijwar ên Şah Abbas dest bi vekişiyana ji bajar û erdên berê zeftkirî kirine.

Di destpêka sedsala 16an de gava Şah Îsmaîl dewleta Safewî îlan kir û erdên xwe di hundurê 14 salan de ji Maweraunehrê heta rojavayê Erzincanê û rojhilatê Sêwasê fireh kir, osmanî dewleteka deverî ya Ewropî-Balkanî bû.

Gava bi banga kurdan û hin civakên sunne yên Rojhilatê ku Yavuz çû şerê Çaldiranê û bi hevkariya kurdan zora safewiyan bir, du sal pişt re jî bi vê hevkariyê Memlukî hilweşandin, hidûdê osmaniyan li rojhilat; li daru’l îslamê, Serheda îro ne tê de, Bedlîs, Hekkarî, Soran, Imadiye û Botan girt nav xwe. Li başûr, Şam, Misir û Erebîstan bûn parçeyekî dewletê.

Di dewrên Qanûnî, Selîmê IIyemîn û Muradê IIIyemîn de hidûd li rojhilat, Serhed, Wan, Erzurum, tevaya Hekkarî, Biradost, Soran, Erdelan, beşeka Loran, Bexda û hemî Iraqa Ereb girt nav xwe. Li Azerbaycanê, Şêrwanê û Ermenistanê berfireh bû, Qers, Tebrîz, Naxîcewan, Rewan gihaştin osmaniyan. Di 1590î de Kurdistan hema hema bi temamî bû tabi’ê osmaniyan.

Lê destpêka qirnê 17an bû ya vekişiyana ji beşeka girîng a erdên rojhilatê; Tebrîz, Naxîcewan, Rewan ji destê osmaniyan derketin, heta Mehmudiyan, Hekkariyan, Soran, Kurdistan jî ket bin destê safewiyan. Biradost, Mukriyan, Erdelan û Loristan di nav hidûdê Îranê de man. Destpêka ‘dewra rawestiyana Osmanî’, li alî îranê bû ya têkşikiyan û vekişiyana osmaniyan.

Di encamê de bi peymana Qesra Şêrîn (Zohabê) a 1639an Kurdistan bû du beş.

Kurdistana aliyê osmanî, bû qada rikeberî û pevçûnên navbera paşayên osmanî û mîrên kurdan. Rikeberiyên navxwe ên mîrên Hekkariyê û yên mîrên Hekkariyê û Pinyanişiyan rola bêîstîqrarkirina devera Serheda îro leyist.

Li paytext, dewra padîşahên zarok û yên bêhêz, bi hevkariyên li gel hin paşa, wezîr, şêxulîslam û birvebiran şerê desthilatê yê dê û jinên sultanan li hemberî desthilatdarên din gurr kir.

Rewşa zeîf a paytextê wiha kêşa heta Muradê IVmîn ji 1632an pê ve desthilata rastîn bi dest xist û welat îdare kir. Wî seferên ser Îranê kirin, li alî Azerbaycanê û Rewanê tu havil nekirin, lê Bexdad ji destê safewiyan derxist û bi wan re Peymana Qesra Şêrîn mor kir.

Li Anadoluyê, serîhildanên ji qewlî osmaniyan ve ‘Celalî’ destpêkirin, hin beglerbegên Anadoluyê yên ji paytextê tayinkirî jî serî hildidan, talan kirin, bûn hevkarên Celaliyan, daxwazên ‘nelirê’ û yên meqamên bilinditir li Stenbolê kirin.

Barê şerên bi Ewropayê û Îranê re, aboriya têkçûyî ya eyaletan, xelkên ji rêzê, eşîr, koçer, re’ya û gundî xistin rewşên dijwar.

Îhtîmaleka xurt, pêwendiyên buyerên bi kuştina hin mîrên Kurdistanê encamdayî, ji nêzîk ve bi vê dewra neasayî, hevrikî û bêîdaretiya li paytaxtê, asêbûn û vekişiyana li serhedên rojava û rojhilat, talangeriyên beglerbegiyên paşayên osmanî û serîhildanên Celaliyan ve hene.

Li deverên hikumetên Kurdan ê mîrasî, nîzam û ewleyiya navxwe rê nedaye serîhildanên Celaliyan. Celalî li wan deverên Anadoluyê yên hakimên wan rasterast ji Stenbolê tayinkirî derketine.

Paşayên osmanî ên deverê çav berdane mal-milk û dewlemendiyên mîrên kurdan, bi çekdarên xwe yên bi navê ‘mirimiran birlikleri’ (yekîneyên mîrêmîran) talanên xelkên bin desthilatên xwe birine.

Pirê van paşa û wezîran dewşirme bûn ku di yenîçerîtiyê de, di enderûnê de, li derûdora seraya sultanan bûbûn xwedan postên bilind.

Li Stenbolê jî di navbera dewşirmeyên pilebilind û wezîr, paşa, şêxulîslamên esil kurd, tirk, çerkez, ereb; misilmanên ne-dewşirme de rikeberî hebûn. Heta wê dereceyê ku Şêxulîslam Mustafa Sunnullah Efendiyê kurdesil fetwa li dijî dewşirmeyan dane.

Dewşirmeyan hay ji eslên xwe yên ji civakên xiristiyan hebûn, têkilî bi malbatên xwe re datanîn, ew dianîn, li paytextê dikirin xwedan derfet, dirav û meqam. Bi sefîr, bazirgan, nunerên Rojavaya xiristiyan re pêwendî datanîn, vê dikirin pêpelûka bilindbûna postên xwe.

Rojavayiyan jî her awe piştgirî didan wan, hevkarî dikirin û bi saya wan, menfeet û îmtîyaz bi dest dixistin. Loma rikeberiya esilmisilman û dewşirmeyan dijwar dibû. Evan gelekî alîkariya berpirsên devşirme ên li Anadoluyê jî dikir. Ev dibû sedemê rikeberiya navbera wan û mîrên kurdan jî.