Bêhna Amûdê - Bêhna xwîn û bîranînan (2)

10/07/2017 - 07:30 Kategori Raman

Cara yekem û dawî ku min Cegerxwîn dît

Dîsa havîn bû. Dîsa diya min  û bavê min berê xwe dabûn “Welêt“.  Xweş tê bîra min gava bavê min û diya min sibehek germ î havînê berê xwe dan stasyona Erebpînarê ya li bakurî rojavayê Kobaniyê. Wan biryar dabû ku min bi xwe re nebin. Ji ber ku ez êdî mezin bûbûm (ez deh salî bûm) nexwestin min bi xwe re bibin. Dema ku wan berê xwe da stasyonê. Min bedlê xwe yê paqij li xwe kir, xwe ji xweha xwe vedizî û berê xwe da stasyonê. Min li wir dît ku wa ye diya min û bavê min di bin siya dareke tuyê de li hêviya ku qapî vebe rûniştine. Ji tirsa bavê xwe, min newêrîbû herim ba wan. Ez dûr sekinîm û min li wan temaşe kir. Gava ku qapî vebû herdu jî rabûn û berê xwe danê, min jî da pey wan. Li ber qêpî bavê min çav li min ket û got: kurro tu hatiyî çi? Her mal yella. Diya min bêdeng û xemgîn bû, dilê wê bi ser min ve bû lê ji tirsa bavê min newêrîbû biaxive. Ez kelogirî bûm, qapî wextî bihata girtin dîsa bavê min got: here mal. Here wa me garis li camiyê çandine ji xwe re av bide. Ev hevoka wî heta niha tê bîr min, ez nizanim çi îşê garisa bi mesela çûn û neçûnê hebû! eskerên Tirk qapî girtin. Bav û diya min li wî alî û ez li vî alî. Di navbera me de sînorek û hin serbazên rûtirş.

Ez bi girî di çarşiyê re heta mal hatim.

Mehek neçû kalikê min mir. Bavê diya min mela Ebdulletîfê Îwanî ji nişkê ve li Amûdê mir. Diya min bêgav bû ku li Amûdê bimîne. Ji bo ez zêde li Kobaniyê aciz nebim şandin pey min.

Êvarekê, di şîna kalikê min de, civat geriya bû. Em zarok jî diçûn civatê ji bo xizmetê. Carekê min dît mirovekî bi bedlekî spî, sako spî, pantelon spî û heta porê wî û solên wî jî spî bûn bi çend kesan re derbasî hewşê bû. Civata geriyayî ji ber rabû û cihek di sînga civatê de danê. Bavê min jî li wir bû. Dema ew mirov rûnişt û cihê xwe xweş kir, bavê min berê xwe da min û bi rûkenîn got:

  • Law a ev Cegerxwîn e.

Navê Cegerxwîn bi ber guhê min ketibû. Lê ew cara yekem bû ku ez wî dibînim. Rûyê wî bi ken bû. Dengê wî qebe û awirên wî tûj bûn. Bavê min ji bo ku wî bihêvoje jê pirsî: Cegerxwîn ma tu limêj diki?

Cegerxwîn keniya, destê xwe nîşanî taximê xwe yê spî kir û bi ken got: Mele Beşîr ma halê min ê limêjê ye!

Tiştê ku ji axaftina wî tê bîra min, behsa kalikê min û ilmê wî dikir, digot jî ku ew di hucreya  Seydayê mezin Mele Ubêdullah de bi hev re suxte û feqe bûn.

Paşê nizanim çawa berê civatê ber bi qala komkujiya Ermenan de dageriya. Cegerxwîn bi awayekî îronîk digot ku eger ew li şûna hin Ermenan ba wê bi dev bigota temam ez misilman. Ewî digot: Ermen dibin ber devê bîrê û digotinê yan tuyê misilman bibî yan emê te bikujin. Ermenê reben dev ji dînê xwe bernedida û radibû ew davêtin bîrê, dikuştin. Cegerxwîn wisa got: ez bama minê bigot ez misilman, û jinek misilman jî li xwe mehr bikira û rihê xwe xelas bikira.

Wekî din tiştek nayê bîra min ji wê civatê.  Ji wê êvarê bi şûn de min nema Cegerxwîn dît. Lê êdî ez wî di her dîwanekê de, di her helbestekê û di her malikekê de her  roj dibînim.

Amûdê jî nema dibînim ez. Lê komkujiyê ew bi awayekî pirr xemgîn di xeyalê min de vejand. Ez nema dikarim ji bin barê amûdê û êşa wê derkevim. Min roman nivîsî jî hîn şewata birînê daneketiye, hîn nekewiyaye ew birîna kûr û bo jan. Du bajarên gelekî şêrîn li ber dilê min hebûn, zarotiya min, xortaniya min li wan buhurî, her dem bi awayekî ciwan perrên xwe li pencereyên xeyalê min didan lê piştî komkujiyan, piştî wêran û xwînê, êdî ku xwe li xeyalê min didin xwîn ji ber baskên wan herdu balindeyan dipeke. Xewnên min hemî dibin xwîn.