Bêhna Amûdê | Bêhna xwîn û bîranînan

03/07/2017 - 07:55 Kategori Raman

Van rojan, salvegera wê komkujiya hovane ye ku li kolanên Amûdê berî çar salan rûdabû. Yek ji qurbanên wê komkujiyê Seedê piçûk, neviyê xalê min mela Seededdîn e. Piştî şehîdbûna wî bi du rojan min telefonî xalê xwe kir. Hêrsa şoreşekê û xemgîniya welatekî talanbûyî di dengê wî de bû.  Pirsa xwe her dubare dikir: Ev zebanî ji kû hatine? Ev segên har î bi nava Amûdê ketine ji ku derketin?

Kurê wî jî, bavê Seed bi kela girî re, ji min re got: Binivîsîne Jan. Binivîsîne. Soz bide min ku tu yê behsa van ciwanan bikî. Min soz dayê û min roman nivîsî: Xwîna li ser Minareyê.

Ji bo ji bîr nebe: Eliyê Rindê ku 64 salî bû ji ser minareyê de ew hingaftin û di cih de sar kirin. Şêxmûs Hesen şêst salî û bavê neh zarokan bû di kolanê de kuştin. Aras Benko ku navê wî ê rastîn Aram e li ser banê avahiya Partiya Yekîtî hingaftin û rabû laşê wî ji jor de avêtin erdê. Berzanî Qirno bîst û yek salî bû, alîkariya birîndaran dikir, lê ew bi xwe birîndar ket, birin Nisêbînê lê li wir jiyan ji dest da. Seed Seyda yê hivdeh salî sala dawî a lîseyê dixwend, êvarî ji kursa matematîkê dihat. Bi guleya doçkayê kuştin. Nadir Xello pazde salî bû.

Van bûyeran hindik mabû bîranînan vemirînin. Hindik mabû em ji bîr bikin ku berî xwînê serdemek hebû erê em têde ne azad bûn lê em „sitirî“ bûn. Ji wan bîranînan ku her sal bi roja komkujiyê re 27.06.2013 têne bîra min, zarotiya min î ku min beşek jê her havîn li bajarokê Amûdê dibûrandin

Meha tebaxê mehek zêde germ bû li Kobaniyê. Ji bilî havînê û wê meha kambax jî fersenda me nebû ku em herin Amûdê, bajarê ku kalkê min şêx Salihê Kurimî jê koçî Kobaniyê kiribû û bûbû xelîfeyê Şêx Ehmedê Xeznewî.

Havîn jî bêyî çûna Amûdê nedibû. Çûn jî di salên heftêyî de  û heta destpêka heştê yî, bi trênê bû. Trêna ku me jê re digot Tomatrîs.

Ew trên ji bo kurdên bajarên li ser sînor nîmetek mezin bû. Mixabin bi derbeya Eylûlê re ji holê rabû û çûna Amûdê gelekî dûdirêjî hev bû.

Ez û bavê xwe û dêya xwe ne. Bavê min bi şaşika xwe ya spî û cubbeyê dirêj li pêşiya me ye. Diya min li pey wî xurt bi ebaya xwe girtiye û di bin berçavka reş re li gavên bavê min î lezok dinêre. Min jî bi ebaya wê a reş girtiye û ez bêdeng û kêfxweş dimeşim.

Xalanên min, xaltîka min hemî li Amûdê bûn. Malên hemûyan li ber mizgefa mezin bûn. Mizgefta kalkê min Mele Ebdulletîfê Omerkî wanî ku xelkê jê re digot camiya şafiîyan.

Rêwîtiya trêna me çar saetan dirêj dike. Ez di pencereyê re li zadên genimê ku hatine çinîn dinêrim. Çewalên li kêlekên rêyan. Pirêzeyên şewitî. Têlên telefonê bi sedan şalûl û çûk li ser veniştî ne. Ji dûr ve gundên mîna morîkên tizbiyekî qetiyayî xuya dikin. Rewreka havînê ku mîna golên avê dixuyîn zêde bala min dikişînin. Ez bêdeng im. Birçî me. Hêdî hêdî em nêzîkî Qamişlo dibin. Li stasyona wî bajarî peya dibin û ji wir bi otobusekê berê xwe didin Amûdê.

Em berê xwe didin mala xalê min î ku li şûna kalkê min bûye mela û xetîbê mizgefta mezin.

Xalê min mela Seededdîn, mirovekî rewşenbîr, zana, kenşêrîn û peyvxweş e. Gelekî dişibihe diya min. Heta dengê wan jî yek e. Ez pirr jê hez dikim. Ez di dilê xwe de dibêjim: Xwezî bavê min jî wek wî ba.

Bavê min zû hêrs dibû, bi me de pirr dixeyidî, lîstika zêde li me qedexe dikir. Xalê min ne weha ye, ew bi me re dikene, henekan dike. Kesekî zêde tolerant e. Xelkên Amûdê hemû jê hez dikin. Rojên înan cih li camiyê namîne, tên li xutbeyên wî guhdarî dikin.

Tiştekî ku bala min di wê zarotiyê de dikişîne, ew e ku kitêbên xalê min naşibihin kitêbên bavê min. Ez di refikên caman re li wan temaşe dikim: Kitêbên ku vê serdema me hatine nivîsîn in. Kitêbên zanayên misilman ên ku xwestin bi xebata renesansê rabin  mîna Cemaleddîn Efxanî, Mihemmed Ebdo, Ebdurrehman Elkewakibi û hwd. Ez di nav wan de kitêbên derbarî marksîzmê jî dibînim. Hin kitêbên ku behsa şoreşa Kûbayê dikin, behsa Vietnamê û û û... ez li ber wê cîhana ciwan î ji kaxezan ecêb dimînim. Disekinim û li wan dinêrim. Di xeyalê xwe de bi kitêbên bavê xwe re didim ber hev.

Kitêbên bavê min ji sedî nodê wan fiqha îslamî ne. Hemû jî kitêbên zêde kevnare ne, hin kitêbên tefsîrê û hedîsê jî hene. Lê yek kitêb ji van ên xalê min li ba wî peyda nabin.

Di niqaşên ku xalê min beşdarî wan dibû de jî axaftinên wî nîşana ilmekî pirr bûn. Ewî behsa Mao Tse Tung û Stalîn û şerê cîhanê yê duyem dikir. Analîzên xwe derbarî bûyêran dida û ne dûrî siyasetê bû. Lê bavê min! Hîç qala siyasetê nedikir. Jê dûr bû û dixwest em jî jê dûr bin.