Referandûm Reaksyona Rûsya, Amerîka û YA yê

19/06/2017 - 09:16 Kategori Raman

Ji bo pirsa referandûma serxwebûnê baş zelal bibe hêjaye hinekî em li tecrubeyên beriya niha binêrin ku miletên din ên di rewşa kurdan de referandûm bi çi awayî kirine û di têkiliyên navnetewî de rewşa wan çawa bûye?

Piştî ku di sala 1989an de bi hilweşandina Sovyetê nîzama piştî şerê cihanê yê duyemîn hiqûqa navnetewî têk çû. Li ser vê gelek miletên di nîzama piştî şerê cîhanê yê duyemîn ên ku di rewşa kurdan de neheqî li wan hatibû kirin, ketin nav xebata serxwebûna xwe ji bo bi dest xin. Di heman demê de welatên rojava ji bo hesabên xwe yî geopolîtîk grubên etnîk ku ji %10ê kurdan bû dewletbûn li wan nedihat, bêyî ku li tu hiqûqa navnetewî pirs bikin, kirin dewlet. Hinek ji van welatên referandûm lê çêbûn ev in:  Kosova 1991, Asetya 1992, Abxaziya 1999,  Îskoçya 2014 û hwd.

Di sala 2008an de DYA û Brîtanya bêyî ku li tu hiqûqa navnetewî pirs bikin serxwebûna Kosova nas kirin,  di heman demê de weke bersivekê ji DYA û Brîtanya re, di sala 2008an de Rûsya serxwebûna Asetya û Abxazya nas kir û ew parastin, heta niha gelek welatên cîhanê serxwebûna Asetya, Abxazya û Kosova nas nekirine. Dervî vana referandûma serxwebûna Îskoçya û Katalonya kete rojevê. Ev herdû pirs jî, Brîtanya û Îspanya xwestin li gor yasaya wan bê kirin bes xelkê Katalonya û Îskoçya guh nedan yasaya ingilîz û îspanî referandûma xwe pêk anîn. Formeke din ya referandûmê jî formê referandûmê ku li Kirim hate kirin. Meclîsa Kirimê bê ku ji Ûkrayna pirs bike biryar da referandûma serxwebûnê pêk anî û sexwebûna xwe îlan kir. Em werin ser referandûma serxwebûnê a Kurdistanê. Di yasaya Iraqê de ne  diyariyek di pirsa referandûmê de heye, tu tiştekî konkret ku kurd dikarin an nikarin referandûmê pêk bînin nîne. Her weha niha tu hiqûqek navnetewî nîne ku kurd jî li gor wê bimeşin. Kurd divê bi xwe biryar bidin. Ji ber pirsa serxwebûnê pirsa miletekî bi xwe ye ku ew di paşerojê de dixwaze çawa bijî? Ev mafê rewa yê miletê kurd e. Tişta kurd lê miqatebin balansa hêzên navnetewî ye. Ev balans jî îro ji kurdan re gelek musaîde.Heger em li miletên li jor ku min behs kir binêrin hemû an bi alîkariya DYA an bi alîkariya Rûsya serxwebûna xwe îlan kirine. Lê ji kurdan re rewş îro ji a wan baştir e. Ji ber îro ne DYA ne Rûsya û ne jî YA ne li dijî serxwebûna kurda ne. Beyanên wezaretên derve yên DYA, Rûsya û YA pozîtîvin, her çiqas hinek ji medya kurdan desînformasyon dan ku xwedêgiravî wek ev hersê alî li “dijî” referandûmê ne. Lê di rastiya xwe de beyanên wezaretên derve ên DYA, Rûsya û Almanya tê gotin li “dijî referandûmê” ne rast e, hinek ji medya kurdan gotina ku li “dijin” ji ku anîn nizanim ev cihê pirsê ye? Gelo medya tirk, ereb û farisan kopi kirine. Hêjaye medya kurdî di pirsên weha cidî de li hilbijartina gotinên xwe miqatebe. Ji xwe dema mirov lê dinêre. Wek ku haya wan sê aliyan ji hev heye. Naveroka beyana hersê aliyan ev e ku “em terefê Iraqek yekgirtîne, piştgiriya referandûmê nakin, bes lazim e mafê miletê kurd li gor hiqûqa navnetewî bê parastin.”

Em werin ser aliyê dîplomatîk. Yek jê ev hersê alî zirhêzin û siyaseta global dikin. Beyanên wan hertim li gor balansê ye, her weha kesek li vê cîhanê gotina xwe ya paşî pêşî nabêje. Tiştekî din ê girîng kesên ji dîplomasiya stratejîk ne konjukturel fam dikin. Baş zanin ku ferqek mezin di navbera “em piştgirî nakin” û wek hinek ji medya kurdî desînformasyon dane “li dijin” heye. Her weha beyana van hersê aliyan ne stratejîke, konjukturele. Ji ber wek em dizanin beriya îlankirina referandûmê bi du rojan birêz Mesrûr Barzanî li DYA bû û birêz Neçîrvan Barzanî jî li Rûsya bû, piştî vegeriyan bi du rojan kurda îlana referandûmê kirin. Ez ne bawerim birêz Mesûd Barzanî işareta pozîtîv ji DYA û Rûsya ne girtibe biryarek weha zû bi zû bide. Di van 30 salên dawî de alîkarî û piştgiriya van sê aliyan ji bo Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Her weha hesabê van sê aliyan di warê stratejîk û aborî de li ser Kurdistanê, şîrketên navnetewî yên van sê aliyan li Kurdistanê hesabên dur û dirêj dikin. (EXXON MOBIL, ROSNEFT, E.ON). Divê kurd li beyana hersê aliya di derbarê referandûmê de wek startejîk erênî lê binêrin û têkiliyên xwe bi DYA, Rûsya û YA re dewam û xurttir bikin kurd bi piştgiriya wan tenê dikarin bighên armancên xwe. Dijminatiya wan bi tu awayî ne di berjewendiyê kurdan de ye. Dinya piştgiriyê dide referandûmê, niha her tişt maye li ser kurdan.