Redekte

19/06/2017 - 09:12 Kategori Raman

Zimanzanên her milletî li edebiyata xwe ya klasîk vedigerin, li stûnên wêjeya xwe vedigerin ku ji wan fêrî zimanê pak û zelal bibin. Li kaniya rêziman û jêdera resen î ferhenga wî zimanî vedigerin û li gor wê yekê gavê xebatên xwe davêjin. Lê zimanzanên me kurdan ji siya xwe dûrtir narin mixabin. Di xwe re nabînin herin Mem û Zîna Xanî, Seyfulmulûka Siyahpûş, Iqdê Durfama Eskerî, Mewlûda Bateyî, Dîwana Cizîrî bixwînin û nas bikin ka bê ziman çi ye? Çawa peyv hatine bikaranîn? Van giregiran çi rêziman bikaraniye.

Zimanzanên me her di gundên xwe de, di herêma xwe de dimînin û her dibêjin: Pîrka min wisa digot. Gotina rehmetiyê Apê Musa Anter tê bîra min lê ez nabêjim. Herhal hûn jî dizanin bê ji rehmetiyê Feqe Huseyn Sagnic re çi gotibû.

Bone û minasebeta van peyvên min dîsa redekte kirina romaneke min e. Ez nabêjim ku ez pisporê zimanê kurdî kurmancî me, lê ez mirovekî ku min xwe zêde bi xwendina klasîkan re westandiye. Min ji zaroktiya xwe de guh daye helbestên giregiran û heta bigihîje Seydayê Cegerxwîn. Ji bilî wê jî dê û bavê min, xweh û birayên min her û her di malê de bi kurdî axivîne, ez li kolanê her bi kurdî axivîme. Heta li dibistanê jî, li zankoyê jî ez dûrî zimanê xwe nebûme. Zimanê kurdî, kurmanciya me ya bakur, êdî li ba min bûye selîqe, yanî hewceya min bi xwendina kitêbên rêziman nîne ku bizanibim çawa binivîsim û biaxivim û bizanibim kîjan  peyv nêr e kîjan jî mê ye. Erê wek her mirovî şaşiyên min hene û ez kêfxweş dibim gava yek şaşiyek min rast dike. Ez jê fêr dibim. Lê gava yek tê bi behaneya redekte kirina berhemek min rastiyek min xwar dike, peyvek min diqurmiçîne, li şûna „Ceh“ peyva „Ce“ datîne meselen ez êdî hêrs dibim.

Di yekem romana min Mijabad de ez rastî vê teşqeleyê bûm. Tewangê romana min tewand û bi min nexweş hat. “K” di hin peyvên mîna Kemyon û Belkon û hdw de bû “Q”.  Niha jî romana min Kobanî dîsa rastî vê problem hatiye.

Mixabin çavên min nema alîkariya min dikin ku ez li berhemên xwe vegerim û binêrim ka çawa hatine redekte kirin loma jî dema digihîjin ber destê xwendevanan, ne bi awayê ku ez dixwazim e.

Yek ji kêşeyan meseleya nêr û mê ye. Mêbûn û nêrbûna peyvan ji herêmekê heta yeke din diguhere. Kesek nikare bibêje a min ji a te rasttir e. Çawa “nêrê min î mê” bi guhê te nexweş e weha jî nêrê te bi guhê min nexweş tê. Di zimanê erebî bi xwe de, ku zimanê Quranê ye û bi sedê salan xizmet jê re bûye ev mesele heta niha çareser nebûye, îca ji bo çi hinek dixwazin nêrên me hemûyan bixesînin! Yan jî mêyên me bikin nêr!

Sînga min wek mînak. Gelek dibêjin sîngê min, mirov nikare bibêje a vê heremê yan vî zaravayî rast e û ya din xelet e, tu li berhemên klasîk jî vedigerî tu dibînîn ku li her herêmekê bi awayekî ye.

Em divê li klasîkan vegerin û reseniya zimanê xwe ji nivîsên wan nas bikin ne ku li gotinên derdorê, ji bo me Ehmedê XANÎ jêdera zimanê rast e ne pîrik û kalikên me. Gava em klasîkên xwe bikin esas emê hêdî hêdî ji nakokiyên herêmî jî xelas bibin.

Wek mînak eger em binivîsin: Piştî sî salî rewş qenctir bû. Wê hin werin li vê hevokê binêrin û bibêjin: Na  wisa nabe, ev xelet e, a rast weha ye: Piştî sî salan. Ez nabêjim forma duyem xelet e lê ya min jî rast e çima hûn wê xelet dibînin û radikin û li şûna wê a gundê xwe ya herêma xwe yan jî devoka xwe datînin? Ya min jêdera wê Seydayê Xanî ye, ka gelo te ya xwe ji kû aniye? Xanî dibêje:

Sed salî bigêrî min tu mehbûs                      

Ma ez qe dibim ji weslê me´yûs?

Her weha dibêje:

Çil salî tu henzelê biçînî                    

Sed avê bidî bi hingivînî

Mînakên ku em bînin gelek in. Lê ev yek bes e. Hêviya min ew e ji kesên ku tekstan redekte dikin haya wan ji vê meselê hebe, ew nikarin standardekê ferz bikin, ev bi dirêjiya demê re tê. Tu wek xwe binivîse, bihêle ez jî wek ku dizanim binivîsim, zeman wê forma min û te bêjin bike, wê vebêje û ya minasibtir hilbijêre û bigihîne destê neviyan.