Referandûm û Dijminên Wê

12/06/2017 - 07:30 Kategori Raman

Ev demek dirêj e, bi salan e ku behsa prosesa referandûmê li Kurdistanê dibe. Medyaya erebî, û her weha medyaya dewletên dormadarê Herêma Kurdistanê jî bi vê meselê re mijûl in. Helbet ew dewlet, nivîskarên wan dewletan û heta rêjeyek mezin ji miletên wan dewletan ku dibin bandora siyaseta hikûmetên xwe de ne, li dijî referandûmê ne. Li dijî serxwebûna Kurdistanê ne. Ew vê meselê ji welatên xwe re wek „mesela namûsê“ dihesibînin, ew nav lê dikin cudaxwazî. Cudaxwazî jî yanî Kurdistan wek erd û welat nîne, lê kurdên „ji rê derketî“ dixwazin perçeyek axa welêt ji welêt veqetînin.  Yanî ew vê yekê kufriyeke siyasî dihesibînin û bi hemû hêza xwe li dijî wê ne. Jixwe di dirêjiya dîrokê de li hember vê daxwazê rawestiyane û bi xwînrêjî û agir û tundrewiyê ev daxwaz asteng kirine û ne hiştine miletê kurd bêhna azadiyê bikin.

Heta vê derê mirov dikare fêm bike. „Dijmin“ ji xwe dê li dijî te û daxwazên te be. De bi hemî cûreyî hewldanan bike ku te di nav „sînorên malê“ de bihêle. Dê tu carî hefsarê qedera te ji dest xwe bernede.

Lê meseleya ku nayê fêm kirin û nayê qebûl kirin jî, kula li ser kulan û jana herî giran ew e ku, hinek ji „xwediyê malê“ bi xwe rabûne ser tapanan û qirik li xwe qetandine û bi behaneya ku referandûm biryara partiyekêye li dijî wê ne. Ew dibêjin ku ev çi biryara ku partiyek radigihîne, ev çi prosesek girîng ku qerara wê di destê partiyekê yan kesekî tenê de ye!  Ne bes weha, di medyaya civakî de êdî dest bi kampanyayên eşkere eşkere li dijî referandûmê ne  dikin. Ez bi van kesan re ketim niqaşan û me „kumik li hev sor kirin“ lê qet ji ser ya xwe danakevin û her dibêjin „êzingê min“. Ew kes, piranî alîgirên hin partiyên siyasî ne ku  nakokiyên wan li gel partiyek din î siyasî heye û ji kerbê partiya din û serokê partiya din amade ne bibin asteng di ber serxwebûn û azadiya xak û  gelê xwe de. Ji xwe wan dest bi kampanya yan jî kiriye û hashtagan davêjin meydana twitter û facebookan. Bi wan gelekî zehmet e ku „reqîbê“ wan î siyasî vê gava dîrokî davêje, vê biryara ku dê serencama miletekî bi sedan sal ji dewletê mehrûm maye eşkereke.

Bi baweriya min ev awayek ji awayên birakujiyê ye, mirov dikare navê wê bike birakuji ya veşartî. Lê mixabin ev cûre birakujî jî dikare rojekê ji rojan ji bin ariyê derkeve, serîhilde û bi pence û diran bibe. Tirs ew e ku ev kesên wisa bi tundî dijmintiya referandûmê dikin, bibin destikê neyêr û heta ji wan bê, bi çekan be jî, nehêlin miletê kurd serbixwe di bin vê tave roja azadiyê de bijî. Kesên weha ku bindestiyê layiqî xwe dibînin, dikarin bindest bijîn, lê nikarin nig bidin ber viyan û iradeya miletekî ku ji avê bêtir tiyê azadiyêye.

Di destpêka xortaniya xwe de heta demek dirêj ez alîgirê PKK bûm. Magnêtab Serxwebûnê ku slogana herî pîroz û mezin î vê tevegerê bû dilê min wek hesinekî ber bi xwe vekişan dibû. Ez xwîn germ bûm, amade bûm ji bo wê sloganê herim şer bikim jî. Xelkên ku li dijî wê bûn û digotin niha ne wexta „serxwebûn merxwebûnan“ e dibûn armanca êrîşên me. Me niqaşên mezin li dar dixistin û me digot: Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tiştek nîn e. Lê gava hêdî hêdî ew partî dûrî vê armancê ket, ez û gelekên din yên wek min jê sarbûn û qetiyan. Bi hezaran keç û xortên kurda xwîna xwe ji bo wê armanca pîroz rijandine. Ku ne ew armanca hêzek siyasî be, ji xwe xwînrêjî gunehkariye…