Kobanî li Stenbolê bû

05/06/2017 - 07:30 Kategori Raman

Roja înê, 26ê meha buhurî dezgeha Basnews ahengek bi rêk û pek li Stenbolê ji bo derketina romana min a 8an Kobanî li darxist. Li salona Cezayirê gelek kes civiyan û me li hevdu guhdarî kir.

Karê ku Basnewsê ji bo vê romanê kir bi rastî cihê pesindanêye, cihê spasiyêye û bê guman nîşana mêjiyekî vekirî û bajarî û her weha nîşana hişemendiyeke modern e.

Berî ku aheng li dar bikeve, hin kesan mîna koroyekê êrîşî romanê û xwediyê romanê kirin. Êrîşa wan hem aheng bû mîna ku hemî di koroyekê de bin û bi yek awazê, yek tebeqeya deng stranek ne lihevhatî bibêjin.

Ez bi xwe li wê êrîşê ecêb nemam lê cihê matmayina min bû ku asta rexne kirinê êdî gihabû bin sifrê di wan êrîşan de. Dibe ku berê rexneyen wan kesan dihatin daqurtandin, lê vê carê êdî ji rexneyê wêdetir bêbextî û zikreşîbûn.

Yekî nivîsîbû ku çawa yekî ku ji bajarê xwe hez nedikir û berî „14“ salan kurteçîrokek belav kiribû ku têde lehengê çîrokê bi ser „mistek axa“ welatê xwe de mîz dike!

Maşela li wilo fêm kirin ji edebiyatê. Maşela ji wilo rexnevan re û sed maşela. Divê ev kes çavşînkan, berbejnan bi xwe vekin da ku kesek wan çavînî neke.

Di edebiyatê de, sembol hene, hêrs heye, nirxandinê tûj hene, ji afîrêner re aso hemî vekirî ne, hîç kesek nikare rê li ber xeyalê wî bigire. Helbestvanê ereb ê Sûrî ê navdar Muhemmed El Maxût dîwanek bi navê „Ezê bibim xayînê welatê xwe“, gelo kî dikare wî camêrî bi navê xayîn bide nasîn? Kuro hey malmîrat ev edebiyat e, ne warê te ye, ku eger kînek te li hember xwediyê romanê hebe, romana wî neke qurbana wê kîna dilê xwe. Bazar wisa şaş e heyran, camêrekî din jî qaşo akademisyen e, sebir nekir roman derkeve, sebir nekir pêşgotina romanê bi temamî bixwîne, bi lez û bez tenûra xwe dada û agir ji dev bariya. Çi heye çi bûye? Profesorekî ereb pêşgotinek nivîsiye û tê de pirsek avêtiye meydanê. Akademisyenê me ku hayê wî ji bayê felekê nîne dibêje ma ew profesor ji ku bi kurdî dizane? Ew profesor cîranê Kobanî ye, bi dehê caran hatiye Kobanî û wê û cografiyaya wê û xelkê wê deh qatî çêtir ji akademisyenê me nas dike.  Ewî profesorî 5 romanên min, Kobanî di nav de, bi erebî xwendine. Haya wî baş ji berhemen min heye û edebiyata kurdî jî çê xerab nas dike. Îca qîre qîr ji bo çi ye? Eger îddiayek xelet hebe, were bi ergumentan bibêje ev îddia çewt e û sebebên ku çewt e jî ev û ev û ev in.

Ji xwe bêbextiyên ku jêdera wan hesûdî û zikreşîye ne hêjayî bersivdayînê ne. Mirov bêhna kesê wisa zikreş û kûpên kîneweriyê bi bersivan fereh neke çêtir e lê carnan divê rastî were meydanê, ji ber ku ew toz û ecacoka ku ev kes radikin rûyê rastiyê vedişêre.

Ew kes nizanin çi bibêjin, nizanin çawa nig bidin ber serkeftina kesên din, radibin dest bi derewan dikin û mixabin kesên ku li derewên wan guhdarî dikin û bawer dikin jî ne hindik in.

Mesela ew dibêjin çawa yek xeberan ji YPG û YPJ re bide dikare romanekê li ser Kobanî binivîse? Ji xwe ev pirs xuyaye ku ji bin aniya kûpê kînê derketiye. Ev derew esas jê re nîne. Ew kes nikare bi ti awayî dokumentekê, yan yek rêzê bîne ku min têde gotinên xerab ji şervanên YPG û YPJ re kirine. Berovajî wê min di gelek deveran de pesnê wan daye, ew ji xwe meriv û dost û heval û cîran û nasên me ne. Tiştê ku heye ez siyasetek tund û tûj rexne dikim, faşîzmeke lokal rexne dikim ku serkirdeyên partiyekê berpirse wê ne. Ew kes jî dizanin ku min gotinê xerab nekirine, ew qenc dizanin lê di dest wan de hîç alavek nîne ku mirov pê reş bikin ji werîsê derewan pê ve. Werîsê derewan jî her kin e.

Hinan jî tew gotine ku nivîskarê romanê xeber ji dê û xwişkê şervana re dane. Eger ew kes ji rêzê û nenas bûna, mirov digot de sêwlek in nezan in, lê ev nivîskar mivîskar in û tesîra wan li raya giştî ku bi piranî mêjiyê xwe naxebitîne, dikin. Kesek napirse ji wan ka vî camêrî li ku ewqase heqaret kirine? Kesek napirse ne ji dostan ne ji dijminan ka belgeyên we!

Bi her halî, ewê di kîna xwe de di hesûdiya xwe de bixeniqin, û rastî ê bilind bibe. Ev ‚daişên wêjeyî“ wê têk biçin her wekî çawa daişên ku êrîşî welatê me dikin têk diçin.