378 SALIYA DUBEŞBÛNA KURDISTANÊ: PEYMANA QESRA ŞÊRÎN

BAS- Murad Ciwan
Vê hefteyê 378 sal di ser Peymana Qesra Şêrîn re derbas dibin. Peymana ku welatê kurdan kir du beş, di 17ê gulana 1639ê de li Deşta Zohabê ya nêzî Qesra Şêrîn a ser bi Îranê ve hat mohrkirin.
Kurd giringiyeka mezin didin peymanê; ew wek destpêka êş û jana kurdan a îroyîn tê nirxandin.
Destpêka vê êşê esas berî wê bi 500 salan, bi hatin û vegirtina oxuzan a Îranê, Kurdistanê, Azerbaycanê, Ermenîstanê, Gurcîstanê û Erebistanê û du sed û pêncî salan piştî wan, bi pêla duyê (ya Moxolên Cengîzî) û sed û pêncî salan pişt re bi ya siyê (Moxolên Tîmûr) ya bi hatina Moxolan bû. Fermanrewatiyên seranserê welatê kurdan; Şeddadî, Rewadî, Merwanî, Eyyubî û yên din ên hur û gir di bin dagirkerî û sulteyên wan de man, gav bi gav wenda bûn, çûn.
Piştî 400 salan ku ev hersê pêlên xezebê ji deverê vekişiyan, Qereqoyunî û Aqqoyunî li ser mîrasên wan hilhatin û berfireh bûn. Di hundurê sedsaleka din de Aqqoyunuyan zora Qereqoyunuyan bir, pişt re ew jî ji hev ketin.
Di destpêka sedsala 16ê de (1501) Şah Îsmaîlê Safewî paytexta Aqqoyunuyan Tebrîz zeftkir û şahîtiya xwe îlan kir. Di 13-14 salan de Şah Îsmaîl ji Maveraunehrê heta bi Erzincanê, rojavayê Sêwasê, Ermenîstan û Azerbaycan xist destê xwe. Hidûdê li gel Memlukiyan bû Firat, daket heta Xelîca Besrayê. Kurdistan ji Loristanê heta Dersimê, rojhilatê Sêwasê û rojavayê Erzincanê ket bin destê Safewiyan. Meletiye û rojavayê Firatê; bakurê Helebê tabiê Memlukiyan bû. Meraş û Kilîs di bin serweriya Mîrekiya Dulqadiriyan de bûn.
Şah ÎsmaÎl mîrên kurdan kuştibûn, zindan kiribûn yan dabûn alî, beg û fermanrewyên ji mezhebê şîe danîbûn ser kele û bajarên kurdan, zorê dida ku kurd bibin şîe.
Wê wextê Osmanî ji Erzincanê, Sêwasê û Antalyayê rojavatir, dewleteka Ewropayê-Balkanan bûn. Li ser daxwaza mîrên Kurdan ku Îdrîsê Bedlîsî nuneratiya wan dikir, di bin serweriya Yavuz Sultan Selîm de sefereka Osmanî hat ser Îranê, li Çaldiranê şer di navbera Safewiyan û tifaqa Osmanî û kurda de derket. Safewî têkçûn.
Bi derfeta ji vê serkeftinê û bi alîkariya orduya Osmanî kurdan serî hilda, Safewî ji welatên xwe derxistin. Kurdan di nav Osmaniyan de îdareyên xwe yên muxtar û nîv muxtar avakir.
Lê di 1514 - 1515ê de hemû Kurdistan xelas nebû. Ji rojhilatê Erzincanê, bakurê mîrekiya Bedlîsê; hawzeya Gola Wanê û berjortir heta Qefqasyayê, beşeka mezin a mîrekiya Hekkariyê, beşeka mîrekiya Soran, mîrekiya Erdelan ku heta rojhilatê Mûsilê dihat, Şarezor digirt nav xwe û Mîrekiya Loristan ser bi Safewiyan ve ma.
Yavuz bi orduya Osmanî û kurdan di 1516 - 1518ê de dewleta Memlukiya hilweşand rex bi rexê rojavayê Firatê, pişt re heta Deryaya Sor; Erebistan û bajarên pîroz ên Îslamê jî xist destê xwe, bû xelîfeyê îslamê.
Yavuz di 1520an de, Şah Îsmaîl di 1524an de mir. Qanûnî û Şah Tahmasp hatin ser desthilatê. Tahmasp 10 salî bû, şerê desthilatê di nav axa û fermanrewayên Safewî de destpêkir. Özbekan ji rojhilatê ve hicûmî Îranê kir. Di vê rewşê de, di 1533yê de Qanûnî berê sedrezam Îbrahîm Paşa şand ser Azerbaycanê, pişt re ew jî derket seferê. Di 1534an de Tebrîz hat girtin. Bi sefera Iraqeyn şer ber bi Xelîcê ve hat dirêjkirin û Bexdad, Besra, Necef û Kerbela ket bin destê Osmaniyan (1534).
Sefera Qanûnî ya di 1548 - 1549ê de, ber bi Şêrwan û Qefqasyayê ve bû, ji Tebrîzê wêdetir tu der nehatin zeftkirin, lê di vê navberê de hewzaya Gola Wanê, Erzirom, temamiya Hekkariyê bû tabiê Osmaniyan. Li van deran jî mîrekiyên kurdan li ser esasê mîrasên xwe, bûn xwedan serwerî.
Çend carên din seferên ber bi Naxîcewanê û Rewanê de bûn, lê destkeftin nebû. Di 1555an de bi Peymana Amasyayê  lihevkirina hidûdan di navbera osmanî û îraniyan de pêkhat. Osmaniyan serweriya xwe li ser xeta serheda rojhilat, ew deverên ku ji Rewanê heta Besrayê girtibûn bi Îraniyan da qebûl kirin.
Piştre di salên 1580 – 1590î de osmaniyan Rewan û Naxîcewan jî xist destê xwe û bi peymana 1591ê serweriya li ser van deran tekez kirin.
Lê di destpêka sedsala 17ê de (1603 - 1612) Şah Abbasê Safewî hicûmê ser erdên bin destê Osmaniyan ên li Azerbaycanê û Kafkasyayê kir; Qerebax, Gence, Naxîcewan, Tebrîz û pişt re Rewan (Erîvan) ji osmaniyan stend. Di vê navberê de gelek caran osmaniyan sefer birin ser van ciyên stendî, fêde nebû.
 Di 1612an de peymanek di navbera osmaniyan û îraniyan de çêbû ku xwe li ser esasê peymana Amasyayê (1555) girt. Maddeyek ew bû ku; Seyid Xanê (Mîrê Amediyê) û Helo Xanê (mîrê Erdelan) ku erdên Huweyzeya nêzî Bexdadê û yên Şarezorê îstîla kirine, ji bal safewiyan neyên destekkirin.
Dewam hefteya bê...

Heftenameya BAS