Ber bi Yaltayeke nuh ve

Di vê meha dawî de li herêma Rojhilata Nêzîk û Navîn balansa hêzan, îşareta fînala pirsgirêkên herêma Rojhilata Nêzîk û Navîn dide. Wek diyar e, yek ji pirsên asasî, pirsgirêka Kurdistanê ye. Di vê meha dawî de gelek guhertinên mezin di dîplomasîya navnetewî de çêbûn ku bi herêma Rojhilata Nêzîk û Navîn ve grêdayî ne. Heger em bi Kurdistanê dest pê bikin. Wek eşkere ye berîya demekê Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî beşdarî civîna navneteweyî ya DAVOSê bû, di vê serdana xwe de bi gelek berpirsên dewletên cîhanê û şîrketên navneteweyî re, bi teybetî di warê enerjîyê de, hevdîtin kirin.

Civînên Barzanî diyar e gelek efektîf bûne. Îranê bi hukûmeta Iraqê re peymana ku petrola Kerkûkê di ser Îranê (Xelîcê Basra) re bifiroşe bazara cîhanê îmze kir. Piştre Hukûmeta Herêma Kurdistanê li Londonê bi şîrketa dewletê a Rûsya ROSNEFTê re peyman îmze kir ku yek ji şîrketa enerjîyê ya mezin û navneteweyî tê hesêb. Li gorî peymanê li Kurdistanê derxistina petrolê, kişfkirina cihê nû yê petrolê û firotina petrola Kurdistanê li bazara cîhanê ev şîrket dê bike. Di heman demê de şewirmendê Barzanî, Hêmin Heramî serdana Moskowê kir û di serdana xwe de gelek beyanên balkêş û stratejîk dan ku siyaseta paşeroja Herêma Kurdistanê eşkere dikin.

Herweha birêz Barzanî serdana Tirkiyê kir. Piştre bûyerên li Minbîcê çêbûn û bûyerên li Şengalê dest pê kirin (DYA û Rûsya operasyoneke muşterek kir). Serokerkanê Rûsya, DYA û Tirkiyê li Antalyayê civîyan, herweha beyana cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Bagdanov di derbarê serxwebûna Kurdistanê de, serdana gelek wezîrên derve yên welatên Yekîtîya Ewrûpa (Almanya, Brîtanya, Swêd, Awûstûrya, Fransa) û herweha serdana berpirsên yekîtîya Ewrûpa bo Herêma Kurdistanê: Ev bûyer tev gelekî girîng in. Bi tevahî nazanim tevgera siyasî ya Kurdistanê ev guhertinên stratejîk ku li herêmê diqewimin çiqasî rast dişopîne lê diyar e Hukûmeta Herêma Kurdistanê heke ne bi tevahî be jî, van guhertinan dibîne û li gor wê tevdigere.

DYA û Rûsya, di dîzayna Herêma Rojhilata Nêzîk û Navîn de û bi taybetî di pirsa Kurdistanê de, wê rola asasî bilîze. Lê diyar e Îngiltereyê xwe daye kêleka DYAyê ku ew jî dixwaze di dîzayna Herêmê de xwedî rol be. Li vê derê rewşa welatên Yekîtîya Ewrûpayê ne pir diyar e lê ew jî dixwazin rolekê bigirin û xuya ye Rûsya dixwaze rolekê bide wan, ji ber wê jî di vê meha dawî de wezîrên welatên YEyê yek li pê yekî serdana Moskowê dikin. Wek diyar e bi hatina Trump ve têkilîyên DYA û Yekîtîya Ewrûpayê xerab in. Ji tevgera Rûsya û DYAyê ya li herêmê eşkere dibe ku pirsgirêka asasî Tirkiyê, Îran û welatên Xelîc bû. Diyar e welatên Xelîc anîn rayê, niha deng ji wan dernakeve, heta radeyekê Îran jî hinekî sist bûye, niha dixwazin Tirkîyê jî bînin rayê, da ku ev welatên hanê ji projeya DYA û Rûsyayê re nebin asteng. Civîna li Antalyayê ya serokerkanê DYA, Rûsya û Tirkîyeyê jî bi vê mebestê bû û li Minbîcê Rûsya û DYA ew îşaret di pratîkê de dan Tirkîyê. DYA û Rûsya ne bes ji Îran û Tirkiyê daxwaz dike ku ji wan re pirsgirêkan dernexe, herweha ji wan dixwaze ku ji peymanên ku berê çêbûne gavan bi şûn de bavêjin. Wek peymana Montro ya kendavên Stenbol û Çanakaleyê.

Li vir tişta herî girîng ku ji tevgera neteweyî ya Kurdistanê û bi taybetî ji Hukûmeta Herêma Kurdistanê tê xwestin heta bikaribin nêzî DYA, Rûsya û YEyê bin û dûrî wan welatan bin ku Kurdistan perçe kirine. Ji ber ku, îroj eşkere ye kurd bi tena serê xwe, bêyî piştgirîya ji derve, nikarin serî bi van welatan derxînin ku Kurdistan perçe kirine. Ji alîyekî din ve, ev bûyerên van şapatên dawî li Kurdistanê jî rû didin, encamên nêzîkbûna finalê ya welatên ku Kurdistan perçe kirine; ji ber hebûna DYA û Rûsyayê li herêmê bi xwe nikarin mudaxeleyî kurdan bikin. Ji ber vê jî bi destê hinek alîgirên ku li ser navê kurdan tevdigerin provakasyona dikin da ku astengîyan li ber kurdan derxin.

Divê kurd bi tevahî û Hukûmeta Herêma Kurdistanê bi taybet heta karibe neyê provakasyonan. Hewce ye kurd bizanibin, tecrûbeyên li cîhanê hene, ji me re bi awayekî eşkere rê dide ku yekîtîya neteweyî bi maneya ku niha li nava tebeqa sîyasî ya kurdan behs dibe, li tu welatan çê nebûye. Li hemû welatan hêzên ku berjewendîyên neteweyî diparêzin hene û hêzin hene ku bi zanebûn an nezanî li dijî berjewendîyên neteweyî tevdigerin. Pir heyf e ku ev tevger gelek caran digihên hidûdê şer. Ev mînak li gelek welatên cîhanê bi vî awayî bûye: wek li DYA, Rûsya, Fransa, Almanya, her weha li Afrîka, Cezayîr, Angola, li Asyayê Çîn, Vîetnam her weha li Filistîn û gelek welatên din. Tişta niha li Kurdistanê jî dibe ev e, em nakarin xwe ji vê rastîyê bidin alî, tişta ji hêzên Kurdistanî tê xwestin, wek li jor min got heta bikaribe neyê provakasyonan. An na wek niha di tebeqa siyasî ya kurdan de gotina yekîtîya neteweyî ji rastîyê wir de, gotinek obstrakt (girover) e, heke em teşhîsê rast deynin em ê jê re çareserîyê jî bibînin. Lê heke em rastîyê li pişt gotinên girover veşêrin, kurd dê her di vî halî de bin.  Bi ya min, divê tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ev guhertinên li jor hatine behs kirin, serê xwe pêre biêşînin û li gor wê siyaseteke neteweyî û pragmatîk bimeşînin. Guhertin tev di berjewendîyê neteweya kurd de dibin. Kurdan di tifaqa Yaltay a piştî Şerê Cîhanê yê Duyem de (1945) têk çûn; bi hêvîya ku di Yaltayeke nû de Kurdistaneke azad bi dest bixin. Ji bo vê hemû zirûf hene, mesele hinekî jî bi kurdan ve girêdayî ye.

 

HEFTENAMEYA BAS