Arêşeyên Rojhelata Navîn û paşerojakurdan

Ji ber pir sebeban, nexasime sebebên jeosîyasî, jeostratejî, aborî, dînî û tîcarî, herêma Rojhilata Navîn di midehên dîrokî  yên kevn de heta niho her cihê îhtimama dewlet û hêzên mezin yên bîyanî bû. Di paşerojê de jî,  gringîya vê herêmê dê her berdewambe. Ji ber ve yekê, dijberî di navbera berjewendîyên dewletên mezin  de heye, ew  nahêle ku  tifaqên berdewam di navbera aktorên sereke yên cuda de  misoger bibe. Ji alîyekêdin ve dewletên herêmê jî zû bi zû li hev nakin. Ne dûre ku Rojhilata Navîn careka din û bo demeka dirêj bibe cîyê  çirbezirkanê (milmilanê)  û dubendîyê di navbera  dewletên mezin de.

Du hêzên cihanî li Rojhilata Navîn

Evro herdu xurttirîn hêzên di cihanî de, anko  Dewletên Yekgirtî yên Amrîkî û Komara Rûsya ya federal, di pir waran de jibo desteserkirina Rojhilata Navîn  dixebitin. Milmilane di navbera wan de, di pir astan de berdewame,  nexasime liser asta leşkerî, sîyasî û dîplomasî. Her yek dixwaze ku roleka sereke di paşeroja vê herême dehebe û heryek hewl dide ku ji nûve nexşa wê ya sîyasî û cografî gora berjewendîyên xwe dane. Bi serokatîya van herdu dewletan, duserî, duhevbendî di navbera dewletên vê herêmê de  de peyda dibin. DYAserkeşêya terefekê diket û Rûsya serkêşîya terefê din.

Ev herdu dewlet dibin  aktorên sereke yên dereca yekem. Lê bi wan ve, girêdayî sê curên aktorên din yên dereca duyem, sêyem  û çarem jî hene. Bi vî rengî dîyar dibît ku çar curên aktorên sîyasî di herêmê de, peyda bûyîne. Her curek ji wan, ji hejmarekaaktorên cuda pêk dihêt û her yekê ji wan grîngî û roleka taybet liser meydana sîyasî heye. Jiber vê yekê arîşe, alozî û pirsgirêkên herêmê pir grantir  û tundtir dibin.

Nexşa nû

Bûye  dora pênc salan ku  arîşeyên Rojhilata Navîn berdewamin û ne dûre ku bo demek  bidomin. Arêşe û nakokî roj li pêy rojê peyda dibin û çi pirsên sereke nehatine çareserkirin.  Bandor û tesîra wan dê tarîxeka nû biafirîn û dê  şekil û rengekê nû bide nexşa sîyasî   û paşeroja  gelên vê herêmê. Guherandinên nû dê  cewher û çemkeka nû bo peywendîyên sîyasî, jeopolîtîk û aborî biafrînin. Wa dîyare ku rewşeka wesan peydabûye ku liser bingehên tixûbên cografîyên kevn û  terazû û hevsengên sîyasî yên berê çi çare bo van arîşeyan nikarin bêne dîtîn.

Pêwîstîya stratejîyeka hevbeş

Jiber ku Kurdistan û neteweyê kurd di merkezaRojhilata Navîn de  cih digire,gelê me û welatê me wekî herdem, dibin merkezê îhtîmama hêzên mezin.Tecribên dîrokî dîyarkirine ku her dema guherandinên mezin li herêmekê têne kirin û hêzên mezin dibin aktorên wan guherandinan, terefên lawaz dibin qurbanên planên dewletên mezin ku berjewendîyên xwe yên neteweyî liser tunekirina berjewendîyên wan diafrînin. 

Mixabin ev yeke pircaran bi serê gelê kurd hatîye. Eger kurd hêza xwe nekin yek û bi hest û projeyên  netewî hereket nekin, dibe ku carek din bibin qurbanên berjewendîyên dewletên herêmê û yên hêzên navnetewî. Di demên borî de, pir deliveyên mezin bo kurdan çêbûyine, lê mixabin aktorên sîyasî yên kurd  ne karîbûn  mifên gelê me  û berjewendîyên  wî  biparêzin.

Di kevn de, kurdan her gazinde ji hêzên bîyanî dikirin û ew wekî berpirsyar û gunehkar bo bindestkirin û parçekirina welatê xwe dihesibandin. Ev yeke heta radeyekê rast bû. Lê mixabin me, çi caran herweku pêwîst, berpirsyarîya xwe analîz nekirîye û  para xwe ya berpirsyarîyê nas nekirîye û qebûl nekirîye.  Digel vê yekê jî, di van salên dawî de, pêşketinek baş di zêhnîyeta  aktorên sîyasî yên kurd de peyda bûye. Kêm zêde dîyalogek di navbera wan de heye. Yek ji baştirîn û gringtirîn pêşveçûyînan ewe ku Serok Mesud Barzanî biryar daye ku ji niho û paşve şerê birakujîyê di nav kurdan de, nête kirin û rijandina xuna kurdan bi destên kurdan herame.

Ev biryareke ji giringtirîn pêşvecûyînan, di çanda sîyasî partîyên Kurdistanî de. Lê ev yeke bitinê arêşeyan careser naket, Lewma  fere ku hemo hêz û partîyên sîyasî rêz û rumetêk mezin bidene vê yekê. Di gel vê yekê tiştek din  pir giring, pêwîst û jindar heye, ew eve ye:Fere ku  aktorên sîyasî yên kurdistanî stratîjîyek hevbeşbiafirînin û gora vê stratejîyê berjewendîyên netewa kurd  û kurdistanîyan biparêzin.  Pêwiste û zerorîye ku  mejîyek hevbeş yê giştî  peyda bibît. Ev mejîyê hevbeşê giştî  bibîte rêber   bo nexşa  sîyaseta netewî li ser asta hundurî, herêmî û navnetewî. Hingê her partîyek li Kurdistanê, her kesayetîyek sîyasî, her sazîyek  dê hêza xwe di çarçoveya bercewendîyên hevbeş yên gelê Kurdistanê de bikarbîne.

Rewşa RojhilataNavîn hind aloze, giringîya wê bo cihanê hind mezine  ku  herweku em dibînin, mezintirîn hêzên cihanî û mezintirîn dewletên dunyayê, wekî Amerîka û Rûsya  jî,  ne şên biserê xwe tedbîrê lê bikin û digel wê sereder bibin. Her yek jibo xwe li hevalbendan dibîne, tifaqên sîyasî û stratejî digel wan dikin û bi harîkarîya wan  pêngavan dihavêjin.   Herwesan çi dewletên herêmî jî bi serê xwe neşên berjewendîyên xwe biparêzin necar dibin di gel dewletên din tifaqan pêk bînin. 

Mixabin, di vê rewşa aloz û tevlîhev ya Rojhilata Navîn de û  digel ku partî û hêzên sîyasîyên Kurdistanê terefê kêmhêzin jî, ew bi hevre sazgar nînin, Tiştê ji vê yekê hêj bi tehlîketir eve ku partî û hêzên kurdistanî  dijhevîya hevdikin. Gelo di vê rewşa aloz û metirsidar de,  eger partî û hêzênkurdistanî strateejîyek hevbeş û sîyasetek yekgirtî pêkve ne nekin dê çewan bikarin berjewendîyên gelê Kurdistanê û  û mafên wî biparêzind hatiye. Eger Kk hebeshnye, çanda siyasiya kurdan de ?

 

 HEFTENAMEYA BAS