Rukiye Mistefa
BasNews - Hêzên Deryayî yên Hindîstanê ragehand, balefira şer a cureya MiG-29K li herêma Goa ketiye.
Li Hindîstanê balefira şer a MiG-29K ku di kontrola balefirvanên bi navê M. Sheokhand û fermandar Deepak Yadav de bi armanca perwerdê rabû, piştî demekî kurt ket xwarê. Li gor çavkaniyên çapemeniya xwecihî piştî bûyerê bi awayekî ewlehî balefirvanên bi navê Sheokhand û Yadav rizgar bûne.
Berdevkê Hêzên Deryayî Vivek Madhwal jî ragehand: Di motora balefire Mig-29K de xirabûnek pêkhatiye, balefirvan M. Sheokhand û fermande Deepak Yadav bi awayekî bi ewle xwe ji balefirê avêtin. Balefira MiG-29K ya perwerdê li peravên Goa dema firîn dikir, teyrekî xwe li motora aliyê rastê ya balefirê daye û agir girtiye motorê. Her du balefirvan jî bi awayekî ewle ji bûyerê rizgar bûn. Balefir jî ket qadeke vekirî û ti kesekî jê zerer nedîtiye.