BasNews – Piştî şeva borî piraniya bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, ji ber giranbûna benzînê xwepêşandan destpê kir, îro xwepêşandan li Rojhilatê Kurdistanê jî pêkhatin û alozî derketin û tê gotin li Sine jî kesek bi fîşek hatiye kuştin.
Herwaha zanyariyên torên civakî jî behs dikin, ji ber gule berdana hêzên ewlehiyê li bajarê Xurremşehr a ser bi parêzgeha Xuzistanê, çar kes hatine kuştin û li bajarê Sine û li pêş zankoya Azad jî xwepêşanderek hatiye kuştin. Herwaha şeva borî jî li bajarê Sîrcanê kesek hatibû kuştin.
Li bajarê Bêhbehan jî bankayek hate şewitandin û li piraniya bajaran xelk nerazîbûn heye û lastîk li ser şeqaman tên şewitandin û rê hatine girtin.
Hêzên ewlehiyê li bajarê Şaabad, Kirmaşan, Sine, Urmiye, Tehran û Tewrêz û hwd bo belav kirina xwepêşanderan gazên rondikrêz bikartîne û rasterast gule li xwepêşanderan berdidin.
Li gor zanyariyên çapemeniya fermî ya Îranê îro sê serokatiyên Îranê yên serokkomar, parlamento û Dad li gel navenda alîkariya aborî civiyane û sedemên giranbûna nirxê benzînê û xwepêşandanên li welat guftûgo dikin.