BasNews - Mamosteya bi navê Ayşe Çelik beşdarî bernameyek televîzyonê bibû û qedexekirina kolanan a li bajarên kurdan rexnekiribû û gotibû 'bila zarok nemrin.' Herwiha Ayşe Çelik ji ber gotina ‘bila zarok nemrin' derbarê wê de doz hat vekirin û di 20ê Nîsanê de bi pitika xwe ya 6 mehî ve wê bikeve girtîgehê.
li Tirkiyeyê mamosteya bi navê Ayşe Çelik bi rêya telefonê beşdarî bernameya Beyaz Showê a Kanala Dyê bibû û qedexekirina derketina derve ya kolanên bajarên kurdan rexnekiribû û di berdewamiya axaftina xwe de jî gotibû 'bila zarok nemrin.' Herwiha ji ber van gotinan derbarê mamoste Ayşe Çelik de lêpirsînê dabû destpêkirin û paşê doz hat vekirin. Dadgehê salek û 3 meh cezayê girtîgehê li mamoste Ayşe Çelik birrî.
Li gor nûçeya Rojnameya Cumhuriyetê, Ayşe Çelik ji ber ku got ‘bila zarok nemrin' bi pitika xwe ya 6 mehî ve di 20ê Nîsanê de wê bikeve girtîgehê û herwiha bilêv kir ku qedera zarokan divê ne girtîgeh bin.