BasNews- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi xwe serperiştiya yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike û ji bo wê yekê jî komîteyek ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge hatiye avakirin.
11ê vê mehê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel wezaret û fermandar û berpirsên Wezareta Pêşmerge civiya, ku serperiştiya hewlên yekxistina hêzên Pêşmerge û çaksaziyên nava Wezareta Pêşmerge dikir.
Derbarê wan hewlan, Rêveberê Rewşenbîrî û Hişyariya Niştimanî ya Wezareta Pêşmerge Lîwa Babekir Feqê Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Hewl berdewam in bo yekxistina hêzên Pêşmerge û ji bo wê yekê jî komîteyek hatiye avakirin, ku ew komîte ji cîgirên serokê hermê û ji Wezareta Pêşmerge û berpirsên hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge pêk tê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi xwe jî serperiştiya wê komîteyê dike. Karê wê komîteyê ew e ku hêzeke niştimanî ji bo Kurdistanê bê avakirin.”