Emir Etrûşî
BasNews – Berpirsê ragehandin û peyvendiyan li rêveberiya hatûçûna parêzgeha Duhokê ragehand, ji ber wergeryana wesayîtekî hemwelatiyekî jiyana xwe ji dest da.
Berpirsê ragehandin û peyvendiyan li rêveberiya hatûçûna parêzgeha Duhokê Azad Taha ji basnewsê re ragehand, îro 17.11.2019ê demjimêr 10:00ê sibehê li sînorê qeza Şêxanê, li ser rêya serekî yanavbera nahyeya Etrûş û Qesrokê de li geliyê Pîrheviyê bûyerek hatûçûnê çê bû û wesayîta kamyona barhelgir a tanker wergerya.’’
Herwaha got: ‘’Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.’’