BasNews- Îro êvara şemiyê 16. 11. 2019an li bajarê Kifrî yê Herêma Kurdistanê ji ber kêşeyeke komeleyatî otomobîlek hate gulebarankirin û di encamê da kesek mir 3 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Rêveberiya Polîsê Germiyanê Muqedem Elî Cemal ji BasNewsê ra axivî û got: “Êvara îro roja şeme li KIfriyê otomobîlek hate gulebarankirin û di encama da çar kes birîndar bûn. Birîndarê bi navê (Saman Mihemed Îbrahîm) ku di sala 1980yî da ji dayik bûye koça dawî kiriye.”
Herwiha Muqedem Elî Cemal aşkere jî kir rûdan ji ber kêşeyeke komeleyatî bûye û hêzên wan dest bi lêkolînê kirine derbarê bûyerê da û fermana girtina çend kesan hatiye derxistin û hêzên emnî li dûr girtina wan tohmetbarana ne.