BasNews – Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), bi rêya rêxistinên xwe yên li bajarê Silêmaniyê ve, Ala Tirkiyê tîne xwar û bi wî awayî hewla têkdana rêkeftina vê dawiyê ya navbera YNKê û Tirkiyê de dide.
Çapemeniya PKKê tomarekî videoyî ya hejmarek rêxistinên partiya xwe belav kir, ku ew bi ciwanên xwebexş wek bi nav dikin ew kar kirine, li çend cîhekî bajarê Silêmaniyê Ala Tirkiyê tînin xwarê.
Meha Cotmeha 2018ê di encama rêkeftineke YNKê û Tirkiyê de, li bajarê Silêmaniyê YNKê hemû binkeyên PKKê daxistibû û çalakiyên wê jî qedexe kiribû. Lê PKK, guh nade wan rêkarên YNKê û di çalakî û kiryarên xwe de jî berdewam e.
Endamê rêveberiya YNKê Osman Banîmaranî vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand, ew karê li dijî Ala Tirkiyê li Silêmaniyê hatiye kirin, ‘’Di siyaseta partiya me de tine ye.’’
Herwaha neveşart ku Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê eziyetê bi kurdan dike, ji ber wê jî anîna xwar a Ala Tirkiyê li Silêmaniyê wek, ‘’Dilsoziya netewî ye û cureyekî tolhildanê ya xelkê ye.’’
Herwaha teqez kir ew li gel anîna xwar an jî şewitandina Ala ti welatekî de nînin, lê red kir ku bi plan Alaya Tirkiyê hatibe xwar û got: ‘’Ne YNK û ne jî rêveberiya Silêmaniyê ti bernameyekî wan a karekî wan li hember Ala Tirkiyê tineye. Ew komeke ciwana bûn wek bertek nîşandanekî ew tişta kirine.’’
Osman Banîmaranî dûr nedît ku Tirkiye Silêmaniyê ji ber wê kiryarê ceza bike û got: ‘’Hîn dora Silêmaniyê nehatiye bo cezayên Tirkiyê, dibe ku tiştekî din jî bike.’’
Çavdêr jî dûr nabînin ku anîna xwar a Ala Tirkiyê li Silêmaniyê û zêdebûna tevgera PKKê li sînorê parêzgeha Silêmanî, Helebçe, îdareya Germiyan û îdareya Raperînê, dibe ku bibin sedemê bikaranîna karta hilweşandina rêkeftina Tirkiyê û YNKê de.