Koçber Ebdula
BasNews – Bi armanca nivîsandina raporta daxwazên pêkhateyên netewî û olî li herêma Kurdistanê, wezîrê herêmê yê karûbarên pêkhateyan, îro li gel pekhateyên olî civiya.
Di civîna ku îro li bajarê Hewlêrê birêve çû de, wezîrê herêmê yê karûbarê pêkhateyan Aydin Meirûf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev duyem civîna şêwirandin û gehandina daxwaza ne ku, civîna yekem li gel pêkhateyên netewî bû û civîna duyem jî li gel pêkhateyên olî hate kirin û li gel yek li ser pêkhateyan du raportan emê amade bikin.’’
Herwaha got: ‘’Diyare berê pirsgirêk hebûye di gehandina daxwazên pêkhateyên netewî û olî yên herêma Kurdistanê de, lê di vê kabîneya nû ya hikûmetê de guh ji daxwazên pêkhateyan re tê dayîn.’’
Meirûf got: ‘’Piştî azadbûna Iraqê û hatina çekdarên DAIŞê bo navçeyê, pêkhate bûn qurbanên yekem ê wan milmilaneyên siyasî û ji ber wê jî beşekî piraniya wan jî rastî pirsgirêkên mezin hatin, bi taybet li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêmê, ji ber wê jî divê em daxwazên wan bigehînin hikûmetê û çareseriya pirsgirêkan bê kirin.’’