BasNews – Li gor zanyariyên çapemeniya nêzîkî PKKê îro 12.11.2019ê di dema gera hevbeş a hêzên Rûsya û Tirkiyê ya nêzîk bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê gule li hemwelatiyên sivîl hatin berdan û li gor hin çavkaniyan 4 hemwelatiyên kurd şehîd bûne.
Li gor zanyariyên BasNewsê, di çarem gera hêzên Rûsya û Tirkiyê ya li rojhilatê Kobanê de, xelkê sivîl nerazîbûn nîşan da û hêzên artêşa Tirkiyê gule li xelkê berdan û li gor girte videoyekî ku hatiye belav kirin, şehîd û birîndar hene, ku yek ji wan jî jin e.
Bûyer li gundê Mirismîl a li rojhilatê Kobanê û sînorê Girêspî pêkhat û li gor hin çavkaniyan 4 hemwelatiyên sivîl şehîd bûne.
Heta naha hûrgiliyên zêdetir derbarê bûyerê de belav nebûne. Malpera Hawar News vê derbarê de ragehand, heta naha hejmara kuştî û birîndaran aşkera nebûye.