BasNews – Serokê nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê aşkera kir, hikûmeta herêma Kurdistanê raportekî bi hûrgilî li ser dahat û xerc û pêwîstiyên herêma Kurdistanê bo berçav girtina hikûmeta Iraqê ji bo me rêkiriye û du rojên pêş de emê bigehînin dest wezareta darayî ya Iraqê.
Serokê nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ji basnewsê re ragehand: ‘’Roja çarşemê 09.10.2019ê hikûmeta herêma Kurdistanê raporta budceya 2020ê rêkiriye nûnertiya xwe ya Bexdayê ango li gel me ye, ji bo ku ji wezareta darayî û aliyên peyvendîdar ên hikûmeta Iraqê re bê pêşkeş kirin.’’
Herwaha got: ‘’Di raporta hikûmeta herêmê de dahat, xerc û pêdiviyên herêmê bi nefte û derveyî neftê jî bi hûrgilî û şefafî hatine aşkera kirin, bo ku li gor maf û îmtiyazên darayî yên herêma Kurdistanê bo budceya 2020ê mafê herêmê bê diyar kirin û di wan du rojane de emê wê raportê rêbikin bo wezareta darayiya Iraqê û fraksiyonên Kurdistanê, bo ku xwedî agahdarî bin û berçavê wan ronî be.’’
Herwaha derbarê çûna şandeya herêmê bo Bexdayê jî Faris Îsa got: ‘’Şandeya wezareta herêma Kurdistanê ji ber rewşa xirab û neseqamgîr a Iraqê serdana xwe paşxistibû, eger rewş aram bibe, bi piştrastî şande dê serdana Bexdayê bike.’’
Faris Îsa got: ‘’Hîn budceya 2020ê Iraq li wezareta darayî amade nebûye, heta ji hikûmet û ji wê derê jî bo encûmena nûneran re bê rêkirin.’’