BasNews- Asayîşa Germiyan kesek bi tawana diziyê li sînorê Parêzgeha Silêmaniyê desteser kir.
Îro Sêşemê Rêveberiya Asayîşa Germiyan di daxuyaniyekê de ragehand ku, li bazgeha tûnêla Derbendîxan hêzên asayîşê kesek temen 24 salî bi tometa diziyê girtin ku, berê niha jî li ser heman tawanê hatibû cezakirin.
Rêveberiya Asayîşa Germiyan di daxuyaniyekê de da zanîn ku, ew kese berî niha li ser diziyê 6 sal hatibû girtin lê li gor lêborîna giştî hat azadkirin, tekez kir ku, ew kes xelkê gundê Qulr Sûtawe ser bi Kelare û li tawana xwe jî mukir hatiye.