BasNews- Endamekî Firakisyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de ragehand ku, li ser derbasbûna projeya çaksaziyê bibiryar e.
Endamê xola pêncê yê Parlamentoya Kurdistanê li ser Firakisyona PDKê Behmend Kake Ebdulah derbarê proje yasaya çaksaziyê ji BasNewsê re ragehand ku, ew proje di bernameya wan ya sereke de ye û li ser derbasbûna wê projeyê rijdin.
Herwiha wî parlamentarê PDKê da zanîn ku, ew proje ya xola çarê bû ya Parlamentoya Kurdistanê lewma divê careke din hikûmeta wê projeyê bo parlamentoyê bişîne daku, xwendina yekem, duyem û sêyem li ser were kirin û deng li ser were dayîn.
Endamê xola pêncê yê Parlamentoya Kurdistanê li ser Firakisyona PDKê da zanîn ku, ew hewldidin gelek deng ji wê projeyê re kom bikin ji ber ku, proje derbarê başkirina xizmetguzarî û aboriya hikûmetê ye.