Karzan Sebah Hewramî
BasNews – Mamostayê olî yê navdar ê Hewramanê Şêx Ebdurehman Neqişbendî bersiva daxuyaniya Mela Kameran Elî da ku li dijî referandoma serxwebûnê ye. Herwaha vê derbarê de dibêje Mela Kameran henekê xwe bi aqilê gel dike. Şêx Ebdurehman dibêje ew piştevanê referandomê ye, êdî bila Mela Kameran îspat bike ka kê Beisî ye.
Mela Kameran li gel daxuyaniya ku dijî serxwebûna Kurdistanê ye, ragehandibû ku ew mamostayên olî yên derbarê pirsa referandomê de diaxivin perwerdeya Beis bixwe ne. Wek bersiv mamostayê olî yê devera Hewramanê Şêx Ebdurehmanê Neqişbendî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wisa lê hatiye ku partiyan destên xwe têkel her tiştekî kirine, wisa lê hatiye ku ew melayene hemû li gor arasteyên partiyan nêrînên xwe aşkera dikin, a din jî bila bizanin Beis li kîjan deverê nirx û giraniya xwe maye ku xelk dixin eniya Beisiyan de? Tişta ku behs kiriye bahaneyên zuha ne, tevlihevî û alozî çêkirine û bahane girtine.’’
Herwaha got: ‘’Kerem bike Mela Kameran teqez bike kî Beis e, ez li Tewêle û Hewramanê me, bo min referandom ji nan jî giringtir e, ji hemû karên min ên taybet girintir e, ka ji min re bibêjin Beis çawa dikare bigehe gel min? Beis çi dike li gel me? Tişta ku behs dike bandorê li ser pêkvejiyanê dike, dibe bibe sedemek ku xelkê Kurdistanê li giyana hevkarî û alîkariyê dûr bikeve, coreyeke henekê xwe li aqilê gel kirine.’’