Herman Xalid
BasNews – Partiya Komonîsta Karkiran ya Kurdistanê ragihand, serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê sebeb û fikarên şerê kurdan û ereban ji holê rabike.
Partiya Komonîsta Karkiran ya Kurdistanê li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku gelê Kurdistanê gelek zilm û zordarî dîtiye ji ber wê jî çareya herî baş bo wê zilm û zordariyê, avakirina dewleta Kurdistanê ye.
Di daxuyaniyê de her wiha hatiye ragihandin ku serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê sebeb û fikarên şerê kurdan û ereban ji holê rabike ji ber wê jî divê gelê Kurdistanê di roja referandomê de dengê “erê” bidin serxwebûna Kurdistanê.
Partiya Komonîsta Karkiran ya Kurdistanê bang li dezgehên pêwendîdar yên Kurdistanê jî kiriye ku li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bila referandom di atmosfereka aram de pêk were da ku xelkê wan deveran bikarin bi hêsanî dengên xwe bidin.
Referandoma serxwebûna Kurdistanê roja 25 Îlona îsal tê encamdan.