BasNews – Îro 02.12.2019ê çapemeniya Iraqê behs kir ku hewldanekî aliyên siyasî yên Iraqê heye bo pêkanîna kutleyekî mezin a parlamentoyê û piştre jî namzedê nû yê serokwezîr diyar bikin.
Li gor zanyariyên çapemeniya Bexdayê dixwazin kutleyekî mezin li parlamentoyê ji parlamenterên fraksiyonên Elbîna, Hîkme, Kurd û beşekî sunneyan bê pêkanîn.
Biryare ew kutle bê pêkanîn, ku hejmara dengên wan bigehe 177 parlamenteran, yek ji wan navên ku hatiye pêşneyar kirin jî Îbrahîm Behrulilume ye bo serokwezîrê nû yê Iraqê.
Cîhê behsê ye ku dest ji kar kêşana serokwezîr Iraqê Adil Ebdulmehdî li civînekî awarte ya Parlamentoya Iraqê hat pejirandin.