Herman Xalîd
BasNews – Îro 07.10.2019ê Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz di civîneke çapemeniyê de ragehand, hin aliyan hewl da plan li dijî seqamgiriya Iraqê birêve bibin, lê ‘’Em kar dikin bo şikandina wan hewldanan.’’
Falih Feyaza ragehand, hêzên çekdarên Iraqê xwe dê ji destverdana karûbarên siyasî dûr bigrin, lê ‘’em rê bi ti hewldanekî kudeta û hilweşandinê nadin.’’
Herwaha amaje bi wê yekê jî kir, hebûna planekê bo hilweşandina hikûmeta Iraqê ya di serokatiya Adil Mehdî de heye û got: ‘’Em agahdarê planên xirabkaran bûn di xwepêşanan de, emê şikestê bi wê plana hilweşandina hikûmeta Adil Ebdulmehdî bînin.’’
Falih Feyaz amaje bi lêpirsîn û ceza kirina hemû wan kesane kir, ku xirabî gehandine welat û got, ‘’Bi ti awayekî em bi nermî li gel kesên plan darijandine li dijî Iraqê tevnagerin.’’