Li Mendelî polîsek hate kuştin

29/02/2020 - 09:34 Kategori Nuçe

Cotyar Kelarî

BasNews – Duh nîvro li bajarokê Mendelî ya ser bi qezaya Beledrûz a ser bi Diyaleyê, ji aliyê kesên nenas ve destdirêjiya gule li ser polîsekî pêkhat û jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê rêveberiya polîsê Diyale Nîhad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji aliyê kesên nenas ve duh 28.02.2020ê li bajarokê Mendeliyê gule li polîsekî hatin berdan û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest da.’’

Herwaha got: ‘’Ew tewan nav Mendelî bixwe de pêkhat û hêzên ewlehiyê lêkolînên xwe dikin bo dîtina tewanbaran.’’

Ew kiryara terorîstî di demekî de ye ku her duh di encama teqînekî li sînorê Diyale de cotyarekî jiyana xwe ji dest da.