Îran - Hejmara mirî û berkeftiyên nexweşiya Koronayê zêde bû

27/02/2020 - 13:40 Kategori Nuçe

BasNews – Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, hejmara kesên ku ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîştiye 26 kesan.

Berdevkê wezareta tenduristiya Îranê, Dr. Kiyanûş Cehanpûr ragihand, 106 kesên din jî li Îranê bi nexweşiya Koronayê ketine û bi giştî heta niha 245 kes bi wê nexweşiyê ketine.

Dr. Cehanpûr her wiha da zanîn, hejmara miriyan jî gihîştiye 26 kesan.

 Wî berpirsê Îranî ragihand, zêdetirî hezar kes jî bi gumana nexweşiya Koronayê di bin çavdêriyê de ne.