Wezîrê tenduristiya Tirkiyê: Li Bazîdê 18 kes ji ber Koronayê hatin qerentînekirin

27/02/2020 - 13:14 Kategori Nuçe

BasNews – Wezîrê tenduristiya Tirkiyê ragihand, li bajarê Bazîd yê Bakûrê Kurdistanê 18 kes bi gumana ku bi nexweşiya Koronayê ketine, hatin qerentînekirin.

Wezîrê tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca, ji bo ku deverên sînorî yên Tirkiyê ji nêzîk de bişopîne, çû bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê.

Fahrettîn Koca li wir da zanîn, li bajarê Bazîdê 18 kesên ku beşek ji wan ji Îranê vegeriyane, bi gumana ku bi nexweşiya Koronayê ketine, hatine qerentînekirin û dê 14 rojan di bin çavdêriyê de bimînin.

Wezîrê tenduristiya Tirkiyê her wiha ragihand, 3 kes ji wan kesên ku hatine qerentînekirin, ji bajarên Qom û Meşhed yên Îranê vegeriyane.

Bi gotina wî wezîrê Tirkiyê, heta niha nexweşiya Koronayê li Tirkiyê nehatiye dîtin lê ev nayê wê wateyê ku dê ti carî derbasî wî welatî nebe!