Vîrusa korona belav dibe - Li Lubnanê yekem bûyera vîrusa korona hat dîtin

21/02/2020 - 17:37 Kategori Nuçe

BasNews – Îro 21.02.2020ê yekem bûyera vîrusa korona li welatê Lubnanê jî hat tespit kirin.

Wezîrê tenduristiya Lubnanê Hemed Hesen ragehand, îro yekem bûyera vîrusa koronayê li welatê wan hatiye tomar kirin.

Li gor zanyariyên berdest, kesê nexwaşiya vîrusa korona girtiye, li nexwaşxaneya Refîq Herîrî ya li paytext Beyrûtê ye.

Ji aliyê din ve her îro Îsraîlê ku li gel Lubnanê hemsînore, tomar kirina kesekî bi vîrusa koronayê ragehand.

Ji aliyê din ve li Îranê heta naha 18 kesan vîrusa korona girtiye, 4 kes jî ji ber heman vîrusê mirine.