Abdullah Gul: Mesela kurd yek ji girîngtirîn meseleyên Tirkiyê ye

18/02/2020 - 13:32 Kategori Nuçe

BasNews - Serkomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul dibêje, mesela Kurd êdî bûye meseleka navdewletî û divê Tirkiye vê rastiyê bibîne.

Abdullah Gul di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Karar a Tirkiyê, amaje bi wê yekê da, ku mesela Kurd bûye meseleka ‎navdewletî û diyar kir, ku ew yek di encama siyasetên şaş de çêbûye.

Serkomarê berê yê Tirkiy tekez kir, mesela Kurd niha yek ji meseleyên herî girîng ên Tirkiyê ye û destnîşan kir, ew naxwaze ti kesî yan aliyekî gunehbar bike, lê belê têkildarî vê meseleyê ew hemû berpirsyar in.

Bi gotina Gul, ji ber ku wan di nava xwe de, bi destpêşxeriya xwe û li gor standarên bilind ên mafên mirovan, mesela Kurd çareser nekirin, êdî ew pirs ber bi rehendên herêmî û navdewletî ve çûye.

Serkomarê berê yê Tirkiyê her wiha dibêje: “Li gor welatên din, Kurd herî zêde li Tirkiyê niştecih in. ‎Dema gotûbêj derbarê referandoma Barzanî (Referandoma Serxwebûna Herêma Kurdistanê) de dihat ‎kirin gelekî balkêş bû. Li CNN Turk li ser nexşeyê gotûbêj dihat kirin, li ser nexşeyê Kurdên her çar ‎welatan dihatin nîşandan. Piştre min temaşeyî CNN International kir, li ser heman nexşeyê gotûbêj ‎dihat kirin, li beşa Tirkiyê 15 milyon, Iraq 4 milyon, Sûriye 2 milyon û li Îranê 6 milyon Kurd hatibû nivîsîn. ‎Li ser nexşeya Tirkiyê ew hejmar nebûn, ev rastî ye, hewqas Kurd li Tirkiyê dijîn, lê heta çi astekî bi ‎yeksanî wek welatî danûstandin ligel tê kirin.”‎

Abdullah Gul di berdewamiya gotinên xwe de dibêje: “Eger em vê meseleyê di nav xwe de çareser bikin, welatê xwe û navçeyê jî ‎bihêztir dikin. Lê ji wê yekê ditirsim vê meseleyê li welatê xwe çareser nekin, mesele tenê di nav welat de ‎namîne û rehendeke navdewletî li xwe digire.”‎

‎Yanzdehemîn Serokomarê Tirkiyê di berdewamiya axavtinên xwe de tekez dike, ku divê Tirkiye vegere sîstema parlamenteriyê û piştgiriya xwe ‎bo wê partiya nû ragihand ku biryar e Wezîrê Berê yê Aboriya Tirkiyê Alî Babacan, di hefteya yekem a ‎meha Adarê de rabighîne.‎