Li Efxanistanê di êrişeka asimanî de herî kêm 8 sivîl hatin kuştin

15/02/2020 - 09:59 Kategori Nuçe
Nengerhar - Efxanistan Nengerhar - Efxanistan

BasNews – Di êrişeka asimanî de li herêma Nengerhar ya Efxanistanê herî kêm 8 sivîl hatin kuştin.

Li gorî raporta BBC, duh piştî nîvro firokeyên şer yên Amerîka li nêzîkî gundê Kekerk yê bajarê Sorxrûd li eyaleta Nengerhar ya Efxanistanê, ku dikeve rojhilatê welêt, li du otomobîlan dan ku her du jî tijî sivîl bûn.

Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de herî kêm 8 sivîl hatin kuştin. Taliban dibêje, 11 sivîl hatine kuştin.

Berdevkê Waliyê Nengerharê ragihandiye, qesta firokeyan çekdarên Taliban bûne lê li sivîlan dane.