Îran – Li Kirmanê efserekî îstixbaratê hat kuştin

15/02/2020 - 09:40 Kategori Nuçe

BasNews – Li parêzgeha Kirman ya Îranê, efserekî îstixbarata Îranê hat kuştin.

Medyaya Îranê ragihandiye, pêr li bajarokê Enbarabad li parêzgeha Kirman ya Îranê, efserekî îstixbarata Îranê bi navê Hemîd Riyahî di êrişeka çekdarî de hat kuştin.

Tê gotin ku ewê ku hatiye kuştin, cîgirê berpirsê îstixbarata hêzên polîs li wî bajarokê parêzgeha Kirmanê bûye ku ji aliyê “tohmetbarekî” ve hatiye kuştin.

Malpera farsnews ya Îranê ragihandiye, ew kesê ku efserê han kuştibû, hatiye girtin.