Di nav du rojan de herî kêm 264 kes ji ber nexweşiya Koronayê mirine

Zêdetirî heşt hezar nexweşan jî baş bûne

15/02/2020 - 09:30 Kategori Nuçe

BasNews – Hejmara kesên ku ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt hezar û 526 kesan.

Mirî û berkeftiyên nexweşiya Koronayê li Çînê û cîhanê roj bi roj zêde dibin. Li gorî amarên dawî, hejmara miriyan gihîştiye hezar û 526 kesan. Bi vî rengî di nav du rojan de herî kêm 264 kes mirine.

Li gorî agahiyan, hejmara berkeftiyan jî gihîştiye 66 hezar û 493 kesan, zêdetirî heşt hezar nexweşan jî baş bûne.

Tê gotin ku nexweşiya Koronayê derbasî Misrê jî bûye.

Heta niha nexweşiya Koronayê derbasî herî kêm 30 welatên cîhanê bûye. Tenê du kes li derveyî Çînê mirine û yên din hemû li nav Çînê de mirine.