Bexda – Bi kêran û gaza rondikrij êrişî xwepêşanderan kirin!

15/02/2020 - 09:20 Kategori Nuçe

BasNews – Li bajarê Bexda yê Iraqê, hêzên ewlehiyê bi gaza rondikrij û kesên radîkal yên mezhebî jî bi kêran êrişî xwepêşanderan kirin.

Alozî û xwepêşandan li paytext Bexdayê û çend bajarên din yên Iraqê didomin.

Duhî dîsa li Bexdayê hêzên ewlehiyê û hinek kesên sivîl, ku tê gotin kesên mezhebî û radîkal in, êrişî xwepêşanderan kirin.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de 23 xwepêşander bi gaza rondikrij rastî tengnefesiyê hatin û 3 kes jî bi kêran birîndar bûn.

Tê gotin ku ew kesên sivîl û radîkal yên ku bi kêran êrişî xwepêşanderan dikin, heman ew in yên ku beriya niha bi navê “kumşîn” dihatin nasîn û girêdayî Muqteda Sedir in.

Heta niha herî kêm 700 kes di xwepêşandanên Iraqê de hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.