Mesrûr Barzanî bi wezîrê enerjiya Amerîka re hevdîtin kir

Wezîrê enerjiya Amerîka: Emê behsa çîroka serkeftina kurdan bikin

14/02/2020 - 17:57 Kategori Nuçe

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Mûnîxê bi wezîrê enerjiya Amerîka re hevdîtin kir.

Pêncî û şeşemîn konferansa asayişa cîhanê îro li bajarê Mûnîxê dest pê kir. Di konferansê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî beşdar e.

Di kevana konferansê de, Mesrûr Barzanî bi wezîrê enerjiya Amerîka Dan Brouillette re hevdîtin kir.

Beriya civînê, wezîrê enerjiya Amerîka ragihand, dê di civîna ligel Mesrûr Barzanî de behsa mijarên balkêş bikin, yek ji wan mijaran, çîroka serkeftina we (qesta wî kurd e) ye.

Wî wezîrê Amerîkî her wiha got, nefta Herêma Kurdistanê ji ya Lîbyayê zêdetir e û em hêvîdar in pêwendiyên me bi we re berfirehtir bibin.

Mesrûr Barzanî jî got, em bi cenabê wezîr re her dem di pêwendiyê de ne. Emê îro jî bicivin da ku hemahengiya navbera xwe berfirehtir bikin.

Di civînê de, wezîrê hikûmetê Xalid Şivanî û cîgirê seroka parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî jî beşdar bûn.