Di êrişa mûşekî ya Îsraîl de komek pasdarên Îranî û serbazên Sûrî li Sûriyê hatin kuştin

14/02/2020 - 12:50 Kategori Nuçe

BasNews – Tê gotin ku di êrişeka mûşekî ya Îsraîl de herî kêm çar pasdarên Îranî û sê serbazên Sûrî li nêzîkî Şamê hatine kuştin.

Şeva borî Îsraîl baregehên hêzên Îranî û Sûrî yên li başûrê paytext Şamê da ber mûşekan.

Ajansa fermî ya Sûriyê, SANA, êriş piştrast kiriye û ragihandiye, sîstema parastina asimanî ya Sûriyê çend mûşek, beriya ku li hedefeyan bikevin, teqandiye.

Saziya çavdêriya mafên mirov li Sûriyê jî ragihandiye, di wê êrişê de herî kêm çar pasdarên Îranî û sê serbazên Sûrî hatine kuştin.