Parlementerekî Iraqî: Kabîneya nû ya Iraqê dusibe tê eşkerekirin

14/02/2020 - 10:33 Kategori Nuçe
serokwezîrê nû yê Iraqê serokwezîrê nû yê Iraqê

BasNews – Endamekî parlementoya Iraqê dibêje, serokwezîrê nû yê Iraqê endamên kabîneya nû destnîşan kiriye û dê dusibe bi fermî eşkere bike.

Endamekî parlementoya Iraqê bi navê Mihemed Xalidî ragihandiye, serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Tofîq Ellawî endamên kabîneya xwe destnîşan kiriye û dê roja 16 vê mehê eşkere bike.

Wî parlementerî daye zanîn, Ellawî dê serkomar Berhem Salih û serokwezîrê niha Adil Ebdulmehdî agahdar bike paşê navên endamên kabîneya xwe pêşkêşî parlementoya Iraqê bike da ku parlemento pesend bike.