Pêncî û şeşemîn konferansa Mûnîxê îro dest pê dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî beşdar dibe

14/02/2020 - 10:22 Kategori Nuçe

BasNews – Pêncî û şeşemîn konferansa ewlehiyê ya Mûnîxê dest pê dike û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî beşdar dibe.

Îro pêncî û şeşemîn konferansa cîhanî û salane ya ewlehiyê, dîsa mîna her car, li bajarê Mûnîx yê Almanya dest pê dike.

Di konferansa îsal de, çendîn serokên hikûmetan, wezîrên derve, wezîrên berevaniyê û nûner û mezinên welatên cîhanê beşdar dibin.

Li gorî agahiyan, Mesrûr Barzanî dê di kevana konferansê de bi wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo, serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borîsov û wezîra berevaniya Almanya Angirêt Kramp re bicive.