Îran: “Rêkeftina Sedsalê” xiyaneta sedsalê ye!

29/01/2020 - 12:59 Kategori Nuçe
Mûsevî Mûsevî

BasNews – Hikûmeta Îranê li hember “Rêkeftina Sedsalê” nerazîbûn nîşan da û ragihand, ew “xiyaneta sedsalê” ye!

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Ebas Mûsevî îro di civîneka rojnamevaniyê de li ser pilana lihevanîna Îsraîl û Filistîniyan ya Amerîka, ku serokê Amerîka jê re dibêje “Rêkeftina Sedsalê”, axivî.

Mûsevî bi tundî nerazîbûn nîşan da û ragihand, ew rêkeftin “Xiyaneta Sedsalê” ye li hember gelê Filistînê û ummeta îslamî, ji ber wê jî ji niha de mehkûmî binketinê ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê behsa “tekane çare”ya pirsgirêka Filistînê kir û got, mesela Filistînê tenê bi rêka referandomê tê çareserkirin ku ew jî tenê xelkê rasteqîn yê Filistînê beşdar bibin.