Berpirsekî PDKê: Rewşa Iraqê piştî Ebdulmehdî aloztir bûye

08/12/2019 - 10:35 Kategori Nuçe

BasNews – Berpirsekî PDKê dibêje, piştî dest ji kar kêşana serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî rewşa Iraqê aloztir bûye.

Berpirsê liqa pênc ya PDKê li Bexdayê, Şivan Mihemed Taha li ser rewşa Iraqê ji BasNewsê re got, rewşa Iraqê ber bi sernişîviyeke xirab ve diçe. Ewa ku şeva îniyê qewimî; kuştina xwepêşanderên sivîl, bi rastî karekî nemirovane bû.

Şivan Mihemed Taha her wiha got, pêwendiyên hêzên siyasî yên Iraqê xitimiye ji ber wê jî rewşa welêt roj bi roj aloztir dibe. Aliyên şîe nakok in û her yek tiştekî dibêje. Loma dest ji kar kêşana Adil Ebdulmehdî ne tenê rewş aramtir nekir, xirabtir jî kir. Dibe ku şerê navxwe jî derkeve.